Amerîka zincîreyek êrişên giran bir ser Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan li dijî gelek armancên serbazî yên li hundirê axa Îranê, dest bi operasyoneke asmanî ya berfireh kirine.

CENTCOMê îro 8ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên wan li dijî armancên cuda yên li hundirê axa Îranê zincîreyek êrişên asmanî pêk anîye. Armanca van êrişan "sizakirina Tehranê" û lawazkirina şiyana wê ya di têkdana ewlehiya deryayî de ye. Li gorî raporan, li herêmên kenarî yên Îranê dengê 14 teqînên mezin hatine bîstin.

Li gorî agahiyên ajansa "Fars" a Îranî, 10 teqîn li bajarê Sîrîkê û 4 teqînên din li gundê Messîn ê li Girava Qişmê ya stratejîk pêk hatine. CENTCOMê diyar kir, di êrişan de zêdetirî 80 armancên cuda bi mûşekên pir hestiyar û pêşketî hatine jinavbirin.

Armancên hatine jinavbirin ev in:

- Sîstema parastina asmanî û torên raderan ên kenaran.

- Navendên fermanrewayî û kontrolê yên serbazî.

- Sîstema mûşekên li dijî keştiyan.

- Zêdetirî 60 belemên biçûk ên Supaya Pasdaran li Tengava Hurmizê, ku gef li ser keştiyên bazirganî dixwarin.

Ev êrişa Amerîkayê piştî wê yekê hat, di destpêka vê hefteyê de Îranê êrişî sê keştiyên bazirganî, tankereke giravên Marshall, keştiya "Wedyan" a Siûdî û keştiya "Cypress Prosperity" ya Lîberyayê kiribû. CENTCOMê tekez kir, ev reftarên Îranê "binpêkirina aşkere ya agirbestê û azadiya hatûçûna deryayî ye."

Di daxuyaniya Amerîkayê de hate gotin ku Washington êdî li hemberî van kiryarên Îranê bêdeng namîne û divê Tehran baceke giran bide. Hate ragihandin ku hêzên Amerîkayê di amadebaşiya tam de ne, daku bersiva her hewildaneke din a têkdana aramiya navçeyê û bazirganiya cîhanî bidin.

Li aliyê din, Wezareta Derve ya Îranê bi tundî bersiva van êrişan da û Washington tawanbar kir ku bi hincetên cuda rêkeftin û agirbestan binpê dike. Tehran dibêje, wan heta niha bi "niyeteke baş" li gorî rêkeftinan tevgeriyane, lê Amerîkayê bi van êrişan sînor derbas kirine.