Mondiyala 2026: 8 tîmên ku gihîştin çaryeka fînalê diyar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bidawîbûna lîstikên qonaxa 16an, her heşt tîmên ku gihîştin qonaxa çaryeka fînalê ya Mondiyala 2026an diyar bûn.
Mondiyala 2026an ku bi hevbeşî ji aliyê Amerîka, Kanada û Meksîkayê ve tê birêvebirin, derbasî qonaxeke nû û dijwartir dibe. Her heşt tîmên ku karîn hevrikên xwe têk bibin û cihê xwe di nav "8 tîmên herî baş ên cîhanê" de bigirin, ev in: Maroko, Fransa, Norwêc, Îngiltira, Îspanya, Belçîka, Argentîn û Swîsra.
Lîstikên vê qonaxê dê roja Pêncşemê, 9ê Tîrmeha 2026an dest pê bikin.
Bernameya lîstikên çaryeka fînalê bi dema Hewlêrê:
- Maroko × Fransa: Pêncşem, 9ê Tîrmehê — Saet 23:00
- Îspanya × Belçîka: În, 10ê Tîrmehê — Saet 22:00
- Norwêc × Îngiltira: Yekşem, 12ê Tîrmehê – Saet 00:00 (Nîvê şevê)
- Argentîn × Swîsra — Yekşem, 12ê Tîrmehê – Saet 04:00 (Berbangê)