Trump: Agirbesta bi Îranê re bidawî hat
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî operasyonên asmanî yên li ser Îranê daxuyaniyên tund dan û ragihand, êdî serdemeke nû di peywendiyên wan ên bi Tehranê re dest pê kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 8ê Tîrmehê di çarçoveya lûtkeya NATOyê ya li Tirkyeyê de, derbarê êrişên dawî yên welatê xwe yên li ser Îranê axivî. Trump aşkere kir ku wan "gurzên tund" li Îranê xistine û hişyariyeke zelal da serkirdayetiya Tehranê.
Trump di peyama xwe de bal kişand ser êrişên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî û got: "Her carê ku Îran êrişî keştiyeke bazirganî bike, em ê 20 qatî li wan bixin. Em ê bi ti awayî rê nedin ku Îran destê xwe bigihîne çekên atomî."
Serokê Amerîkayê diyar kir, proseya dîplomasiyê ya bi Îranê re bi dawî bûye û wiha dewam kir: "Me demeke pir zêde bi Îranê re ji dest da. Ji bo min êdî agirbest qediya ye û rêkeftina bi Îranê re hatiye hilweşandin. Êdî dem hatiye ku em karê xwe li hemberî Îranê bikin."
Ev yek di demekê de ye, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro ragihandibû, wan zincîreyek êrişên dijwar birine ser hundirê axa Îranê. Li gorî daxuyaniya Amerîkayê, di wan êrişan de zêdetirî 80 armancên serbazî hatine wêrankirin. Waşîngton destnîşan dike ku ev pêngav ji bo sizakirina Tehranê bûye, ji ber ku Îranê êrişî sê keştiyên bazirganî yên li avên navdewletî kiribû.
Di bersiva van êrişan de, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan 85 pêgehên serbazî yên Amerîkayê li her du welatên Behreyn û Kuweytê armanc girtine. Taranê da zanîn, ev êrişên wan wekî bersivekê bûn li hemberî binpêkirina rêkeftina agirbestê ya ji aliyê Amerîkayê ve.