Yekîtiya Ewropayê: Êrişên Amerîka û Îranê danûstandinan aloztir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas, êrişên nû yên di navbera Amerîka û Îranê de wekî metrsiyekê li ser proseyên aştiyê binav kir. 

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas îro 8ê Tîrmeha 2026an li ser hesabê xwe yê platforma Xê ragihand, êrişên dawî yên di navbera Amerîka û Îranê de, guftûgoyên ji bo bidawîkirina şer "aloztir dikin".

Kallas êrişên Îranê yên li ser Behreyn û Kuweytê wekî kiryarên "nayên qebûlkirin" binav kirin. Her wiha aşkere kir ku roja duşema bê, wezîrên derve yên welatên endamên YE bi hevtayên xwe yên welatên Kendavê re dicivin. Di civînê de, dê mijara parastina azadiya geştên deryayî li Tengava Hurmizê û Deryaya Sor bê gotûbêjkirin.

Ev helwesta Yekîtiya Ewropayê piştî daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte hat. Rutte pesnê siyasetên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Îranê da û got, Amerîkayê şiyanên atomî û mûşekî yên Îranê lawaz kirine. Rutte ev yek wekî "serkeftineke mezin" ji bo ewlehiya Îsraîl, Rojhilata Navîn û cîhanê pênase kir.

Li aliyê din, Donald Trump di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de li Enqereyê ji rojnamevanan re axivî û got: "Ez naxwazim bi Îranê re bigihîjim ti peymanê. Bi nêrîna min, dema peymanê bi van kesan re bidawî bûye."

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan zincîreyek êrişên giran birine ser navendên serbazî li hundirê Îranê. Li gorî daxuyaniya Amerîkayê, di van êrişan de zêdetirî 80 armancên serbazî hatine jinavbirin; di nav wan de sîstemên parastina asmanî, baregehên fermandariyê, radarên kenarê û keştiyên şer ên Supaya Pasdaran li nêzî Tengava Hurmizê hene.

Washingtonê diyar kir, ev êriş wekî "sizayekê" bûn li dijî Tehranê, ji ber ku Îranê êrişî sê keştiyên bazirganî yên navdewletî kiribû.

Wekî bersivek ji bo êrişên Amerîkayê, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan 85 pêgehên serbazî yên Amerîkayê li welatên Behreyn û Kuweytê kirine armanc. Îranê got ku ev êriş bersivek in ji bo "binpêkirina peymana agirbestê" ji aliyê Amerîkayê ve.