Li Dihokê salvegera serxwebûna Amerîkayê hat pîrozkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kujiyê Amerîkayî (American Corner) li Zanîngeha Dihokê, ji bo salvegera 250ê ya serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (4ê Tîrmehê), çalakiyeke taybet di bin navê "Ji Lihevguhertinê bo Bandorê: Avakirina Pirên Peywendiyan di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de" li dar xist.
Ev çalakiya ku bi armanca behskirina bandora lihevguhertina perwerdehî, civakî û çandî hatibû rêxistin; hejmareke diyar ji derçûyên bernameyên Wezareta Derve ya Amerîkayê, akademisyen, xwendekar û nûnerê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê tê de amade bûn.
Birêvebirina çalakiyê û dîplomasiya gel bo gel
Ev berkarî ji qonaxa plankirinê heta bicihanînê ji aliyê endazyar Hawar Mesûd Ebdulkerîm ve hat birêvebirin, ku ew bi xwe jî derçûyê bernameyeke Amerîkayê û serokê rêxistina "Endazyarên Bêsinor li Îraqê" (EWB Iraq) ye. Endamên rêxistinê ev çalakî, ku ligel cejna serxwebûna Amerîkayê hevdem bû, wekî platformek bo rêzgirtina li peywendiyên dîrokî yên her du aliyan wesf kir.
Li destpêkê, Dr. Zîrek Hekarî bixêrhatina mêvanan kir û bal kişand ser giringiya dîplomasiya gel bo gel (people-to-people diplomacy). Piştre endazyar Hawar Mesûd spasiya pişkdaran kir û tekez kir ku armanca vê rojê tenê bîranîneka dîrokî nîne, belkî paldana nifşê nû ye bo bikaranîna derfetên perwerdehiyê yên navdewletî, daku guhertinên erênî di civakê de bikin.
Danûstandinên panelê û ezmûnên serkeftî
Di panelê de çend kesatiyên akademîk û derçûyên bernameyan axivîn:
- Dr. Serwan Hesen (Berpirsê Rêxistinê yê Bernameya GSSC li Zanîngeha Soranê): Behsa lihevguhertina akademîk û projeya pêşxistina berdewam (GSSC) kir.
- P. A. D. Fîras Mehmûd Feqê (Berpirsê Rêkxistinê yê GSSC li Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê): Bal kişand ser rola xwandina bilind di avakirina serkirdeyên paşerojê de.
- Lava Xalid Mihemed û Zagros Moxtar (Derçûyên bernameya IYLEP 2017): Serborên xwe yên kesanî di bernameyên serkirdeyên pêşkeftî yên Îraqê de parve kirin û diyar kir ka çawa vê pêngavê şiyanên wan pêş xistine.
Di vê çalakiyê de mêvanên wekî Rêvîng Mizûrî (Şêwirmendê Perwerdehiyê û Nûnerê Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê), Arî Zawîteyî (Rêveberê Peywendiyan li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê - AUK) û Dr. Nizar (Rêveberê Peywendiyan li Zanîngeha Dihokê) amade bûn. Çalakî bi rûniştineke tornetê (networking) bo pevguhertina fikran bi dawî bû.