Li Stenbolê Profesorekî Kurd ji ber xebatên Kurdolojiyê ji kar hat avêtin
Stenbol (K24) – Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê, piştî ku sala borî rêveberiya qeyyûm li ser wê hatibû danîn, akademîsyenê Kurd ê naskirî Prof. Dr. Bûlent Bîlmez piştî 21 salên xizmetê ji kar derxistin. Bîlmez diyar dike ku sedema serekî ya vê biryarê xebatên wî yên li ser Kurdolojiyê û pirtûka wî ya li ser jenosîda Dêrsimê ye.
Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê ku yek ji zanîngehên herî navdar ên Tirkiyeyê ye, bi hinceta ku Prof. Dr. Bûlent Bîlmez ne welatiyê Tirkiyeyê ye dawî li girêbesta wî anî. Lê belê Bîlmez vê hincetê bi tevahî red dike û radigihîne ku xebatên wî yên akademîk ên li ser Kurdan bûne sedema jikarderxistina wî.
Çalakiya piştgiriyê li ber dergehê zanîngehê
Piştî vê biryarê, hejmareka zêde ji siyasetmedar, saziyên sivîl, kesayetên navdar û bi taybetî xwendekarên wî li ber avahiya zanîngehê li hev civiyan. Kesên tevlîbûyî ev biryar şermezar kir û daxwaza vegera bilez a mamostayê xwe kir. Xwendekar tekez dikin ku ew dê heta vegera Bûlent Bîlmez çalakiyên xwe berdewam bikin.
Li Zanîngeha Bîlgî, îsal di bin pêşengtiya Bîlmez de gelek çalakiyên girîng ên Kurdolojiyê hatibûn lidarxistin; ku herî dawî meha borî çalakiyeke rêzgirtinê bo Kurdologê naskirî Mihemed Bayrak hatibû rêxistin.