Artêşa Îranê: Heşt efserên me di êrîşên Amerîkayê de hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi rengekê fermî kuştina heşt efser û piledarên hêzên esmanî û deryayî yên welatê xwe ragihand, ku di encama êrîşên asmanî yên vê sibehê yên Amerîkayê yên li ser her du benderên Bûşehr û Bender Ebasê li başûrê Îranê hatine de kuştin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Artêşa Îranê, di encama êrîşên rasterast ên vê sibehê (Çarşem, 8ê Tîrmeha 2026ê) yên hêzên asmanî yên Amerîkayê li ser çend armancan li başûrê Îranê de, heşt endamên hêzên deryayî û asmanî yên Îranê di dema berevaniyê de hatine kuştin.

Artêşa Îranê ligel vê daxuyaniyê, nav û wêneyên her heşt serbazên hatine kuştin belav kirine, ku di nav rêzên hêzên Komara ÎSlamî ya Îranê de xwediyên pileyên serbazî yên cuda cuda bûn.

Her di wê daxuyaniyê de, artêşa Îranê tekez kir ku ew dê heta nefesa dawiyê jî berhingarî dijminên welatê xwe bibin û hişyariyeke tund da ku ew dê tola xwîna efserên xwe vekin.

Êrîşên berfireh ên Amerîkayê û bersiva Îranê

Her vê sibehê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku bi armanca cezakirina Tehranê û lawazkirina şiyanên wê di têkdana ewlehiya deryayî de, zêdetir ji 80 armancên cuda cuda li başûrê Îranê hingaftine.

Li aliyê din jî, Artêşa Pasdaran a Îranê di bersivê de ragihand ku wan 85 bingehên serbazî yên Amerîkayê li her du welatên Behreyn û Kuweytê kirine armanc. Tehranê diyar kiribû ku ev êrîş wekî bersivekê bûn bo binpêkirina lihevkirina agirbestê ji aliyê Amerîkayê ve.