CENTCOM: Me 90 pêgehên Îranê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan xuleke nû ya êrişên serbazî li dijî Îranê bi dawî kiriye, bi armanca lawazkirina şiyanên Tehranê yên di armancgirtina keştiyên bazirganî û deryavanên sivîl de li Tengava Hurmizê.

CENTCOMê îro 9ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, di van êrişan de nêzîkî 90 armancên serbazî yên Îranê hatine wêrankirin. Ev armanc ji sîstemên parastina asmanî, navendên çavdêriya kenarê, depoyên mûşek û dronan, her wiha jêrxaneya lojîstîk a serbazî li seranserê kenarên Îranê pêk tên.

CENTCOMê amaje bi wê yekê kir, duh jî 80 armancên din ên serbazî hatibûn lêdan ku zêdetirî 60 keştiyên şer ên ser bi Supaya Pasdaran di nav de bûn. 

Amerîka tekez dike, ev gav ji bo "sizadana" Tehranê hatine avêtin, ji ber ku Îranê bi êrişkirina ser sê keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê, peymana agirbestê binpê kiriye.

Li hember van êrişên Washingtonê, Tehranê ragihand ku wan êrişî baregehên Amerîkayê li Kuweyt û Behreynê kiriye. Di heman demê de, Amerîkayê biryar da ku rakirina demkî ya cezayên li ser petrola Îranê hilweşîne.

Amerîka û Îran hevdu bi binpêkirina yadaştnameya hevtêgihîştinê ya 17ê Hezîranê tometbar dikin, ku ji bo bidawîkirina şerê 28ê Sibatê hatibû îmzekirin.