Trump: Îranê ji bo lihevkirinê peywendî bi me re kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, tevî bilindbûna asta aloziyên serbazî, Îranê peywendî bi Washingtonê re kiriye û daxwaza xwe ji bo gihîştina bi lihevkirinekê nîşan daye.

Donald Trump îro 9ê Tîrmeha 2026an di dema vegera xwe ya ji Enqereyê ber bi Washingtonê de, di firokeya serokatiyê de ji rojnamevanan re axivî. Trump heman helwesta xwe ya berê dubare kir û ragihand, welatê wî peyameke ji Îranê wergirtiye ku tê de daxwaza "lihevkirineke aştiyane" dikin.

Li aliyê din hat zanîn ku Trump, ji ber aloziyên serbazî yên li gel Îranê, wekî tedbîreke ewlehiyê firokeya nû ya Boeing 747-8 bikar neaniye û bi firokeya asayî ya serokatiyê ji Tirkiyeyê vegeriyaye.

Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê tê, CENTCOMê şeva borî nêzîkî 90 pêgehên serbazî li hundirê Îranê bombebaran kirin. Washingtonê tekez kir ku mebesta êrişan lawazkirina şiyanên Tehranê yên li dijî ewlehiya deryayî li Tengava Hurmizê ye.

Li hember van geşedanan, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wekî bersiv wan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Behreyn û Kuweytê kiriye. Her wiha Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hişyarî da Amerîkayê û ragihand ku "her êrişek, dê bi bersiveke heman rengî bê bersivandin."