Yekgirtû nûçeya medyaya YNKê ya li ser erdê Hewlêrê red dike

Logoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
Logoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Ragihandinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di ronkirinekê de nûçeyeke kanaleke YNKê ya li ser terxankirina erdekî li bajarê Hewlêrê red kir û ragihand: Rûberê wî erdî tenê 5 donim e ne 40 donim, û wekî mafekî asayî mîna hemî partiyên din ji bo avakirina bingehê hatiye terxankirin.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê duhî (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) ronkirineke fermî li ser wê nûçeyê belav kir a ku ji aliyê saziyeke medyayî ya YNKê ve li ser erdekî gurêdayî wê partiyê li bajarê Hewlêrê hatibû belavkirin, û tê de çend rastiyên qanûnî û hunerî eşkere kirin.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Yekgirtûyê ragihand: "Rûberê wî erdî bi her 3 parçeyên xwe ve tenê 5 donim e, ne 40 donim wekî ku di nûçeya wê kanalê de hatiye." Tekez jî kir ku ev mafekî qanûnî ye û mîna hemî partiyên din ên Kurdistanê ye, ku bi merema avakirina bingehên fermî erd ji bo wan hatiye terxankirin.

Xalên Serekî yên Ronkirina Yekgirtûyê

Di daxuyaniyê de çend ronkirinên giring li ser vê pirsê hatine diyarkirin:

- Pirs Kevn e: Ev mijar bo berî çend salan vedigere, lê ji ber çend sedeman di dema xwe de nehatiye bikaranîn, ku ev b[ye sedema arêşeyeke rûtînî ya kargêrî. Niha jî ev partî tenê mijûlî sererastkirina pêvajoya kargêrî û qanûnî ye.
- Şertên Siyasî Tên Redkirin: Yekgirtûyê hebûna her şertek an daxwazeke siyasî li pişt vê mijarê bi tundî red kir û ragihand: "Em li ser mafên xwe yên qanûnî şert û bacên siyasî qet qebûl nakin."
- Ti Milkekî Dewletê li Cem Wan Nîne: Yekgirtûyê bi şanazî ve tekez kiriye ku li seranserê Herêma Kurdistanê xwe bihosteka erdî an milkê girêdayî dewletê li cem wê nîne.
- Şand û Navbeynkarî Nerast in: Gotgotkên ku dibêjin hejmareka şandan bo çareserkirina vê arêşeyê çûne bêbingeh in. Ev karekî asayî yê qanûnî ye û ji aliyê parêzerê Yekgirtûyê ve tê kirin, hewceyî bi hêvî yan mineta ti aliyekî nîne.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê her di wê ronkirinê de nîgeraniya xwe nîşan da ku ew kanala YNKê pişta xwe bi zanyarên xelet û piştrastnekirî girê daye, bo belavkirina şîroveyên nehejî li ser mijareka qanûnî ya ron û eşkere, û ji wan xwest ku di belavkirina nûçeyan de bêtir pabendî pîşeyîbûnê (profesyoneliyê) bin.