Artêşa Amerîkayê bidawîhatina gera sêyê ya êrîşên li ser Îranê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayê bidawîhatina gera sêyê ya êrîşên xwe yên serbazî bo ser bingehên navxweyî yên Îranê ragihand û aşkere kir; hêzên wan di dema çend rojên borî de yek ji berfirehtirîn xwe yên operasyonên asmanî û deryayî kiriye, ku zêdetir ji 300 binkeyên serbazî vegirtine, ku ev yek wekî bersivekê ye bo wan êrîşên ku li ser keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê hatibûn kirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de ron kir ku ev gera êrîşan piştî hingaftina 140 armancên serbazî yên Îranê bi dawî hatiye.

CENTCOMê herwesa ragihand ku balafirên cengî ji bingehên erdî û yên deryayî tevlî vê gera êrîşan bûne, ligel bikaranîna dron û keştiyên cengî ku teqemeniyên hûr û pêşkeftî bo hingaftina armancan bi kar anîne.

Li gorî wê daxuyaniyê, wan êrîşan gelek cihan vegirtine wekî bingehên avêtina moşek û dronan, dezgehên deryayî, embarên teqemeniyan û keresteyên serbazî, ligel torên peywendiyan û bingehên çavdêriyê li ser kenarên Îranê.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye ku amanc ji vê operasyona berfireh jî kêmkirina şiyanên Îranê di gefxwarin û armanckirina hêlên navdewletî yên veguhastina deryayî de ye.