Omanê ji ber êrîşî dronî nerazîbûna xwe gihand balyozê Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Omanê bi tundî nerazîbûna xwe li hember êrişên Îranê yên li ser axa xwe nîşan da. Ev yek di demekê de ye ku Îranê li 6 welatên navçeyê êrişî baregehên Amerîkayê kiriye.
Wezareta Derve ya Omanê îro 12ê Tîrmeha 2026an ragihand, wan Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Mesqetê bangî wezaretê kiriye û nivîseke tund a nerazîbûnê radestî wî kiriye, piştî ku çend pêgehên li hundirê Omanê bi rêya dronan hatin armancgirtin.
Wezareta Derve ya Omanê aşkere kir, wan "nerazîbûn û nîgeraniya xwe ya kûr" gihandiye balyozê Îranê û ev êriş wekî "karên neberpirsiyarane" binav kirine. Omanê tekezî li ser parastina serweriya dewletan û prensîpên cîrantiya baş kir.
Ev geşedana dîplomatîk piştî wê yekê tê, Supaya Pasdaran û Artêşa Îranê ragihandin ku wan bi mûşek û dronan êrişî baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li welatên Îmarat, Qeter, Kuweyt, Behreyn, Urdin û Omanê kiriye.
Li aliyê din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serok Donald Trump, wan nêzîkî 140 armancên serbazî li hundirê axa Îranê bombebaran kirine.
Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth derbarê rewşê de daxuyaniyeke tund da û got: "Îranê şaşîtiyeke pir xerab kir û niha baca wê dide."