OHD: Binpêkirinên mafên girtiyan berdewam e
Stenbol (K24) – Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê di raporekê xwe de radigihîne, digel hebûna pêvajoya aşitiyê binpêkirinên mafên mirovan li girtîxaneyan berdewam e û pêvajoya aşitiyê çi wateyek nedaye girtîxaneyan. Komele dibêje, ji bo aşitiyeke mayînde divê çaksaziyên berfireh ên yasayî werin kirin û girtiyên nexweş di zûtirîn dem de werin azadkirin.
Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafê mirovan li 18 girtîxaneyên Herêma Marmarayê aşkere kir. Rapor şeş mehên îsal li xwe digre û komeleyê rexne li wê yekê girt ku, digel hebûna pêvajoyê binpêkirinên mafê mirovan li girtîxaneyan berdewam e.
Endama OHD’yê Rojbîn Aslan ji Kurdistan24ê re got: “Divê di serî de girtiyan nexweş werin berdan û her wiha hemû girtiyan siyasî jî werin berdan. Wek di rapora me de diyar bû ku ji bo vê yekê ti gav nehatine avêtin. Di çarçoveya pêvajoya aştiyê de jî pêwîst bû gav di vê derbarê de hatiba avêtin, lê ji aliyê dewletê ve tiştek nehatiye kirin.”
Di raporê de biryarên Lijneya Çavdêriya Îdarî jî wekî neyasayî tê binavkirin û çaksaziyên yasayî tê xwestin.
Divê ev çaksazî ji nehişitina Lijneya Çavdêriya Îdarî heta azadkirina girtiyên nexweş gelek gavên nû li xwe bigre û cûdakariya di navbera girtiyên siyasî û adlî dawî bike.
Endama OHD’yê Rêzan Gezer jî got: “Digel hebûna pêvajoyê, di girtîxaneyan de li ser başkirina rewşa girtiyan çi pêşveçûnek nedît. Binpêkirinên mafan berdewam e û ev e jî tê wê wateyê ku, pêvajo hê negihiştiye girtîxaneyan. Em dibînin ku Lijneya Çavdêriya Îdarî dîsa biryarên neyasayî dide. Dîsa girtiyên ku dema azadkirina wan a bimerc hatiye nayên azadkirin. Cûdakariyên di navbera girtiyên siyasî û adlî de berdewam in. Dîsa girtiyên nexweş bo nexweşxaneyê nayên arastekirin. Serederiya rêveberiyên girtixaneyan bo nexweşan gelek xirab e.
Hikûmeta Tirkiyeyê par du paketên darazê ragihandibûn û ew çaksazî bi hinceta ku cûdakarî xistiye nav girtiyên siyasî û adlî hatibû rexnekirin. Tê xwestin di paketa 12mîn a darazê de prensîba wekheviyê were parastin.