Êrîşî Balafirxaneya Sanayê hat kirin û Hûsî gefan li Siûdiyê dikin

Balafirxaneya Sanayê
Balafirxaneya Sanayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Aloziyên Yemenê derbaz bûn qonaxeka nû û metirsîdar; Wezareta Berevaniyê ya Yemenê ragehand ku ji bo rêgirtina li dadana balafireka Îranî rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Sanayê rasterast kiriye armanc. Li beranberî wê yekê jî, koma Hûsiyan Siûdiyeyê bi vê êrîşê tawanbar dikin û gefên bersivdanê dikin.

Wezareta Berevaniyê ya Yemenê îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) aşkere kir ku hêzên wan ên çekdar rêya Balafirxaneya Sanayê bombebaran kiriye; ev jî tenê çend deqîqeyan piştî daxwaza wan bo valakirina wê balafirxaneyê û hişyarkirina welatiyan bo dûrketina ji wî cihî hatiye.

Berî wê êrîşê, Wezîrê Berevaniyê yê Yemenê Ferîq Rukn Tahir Uqeylî ragehand: "Bêhnfirehiya hikûmetê li beranberî binpêkirinên balafirên Îranî li ser esmanê Yemenê bi dawî hatiye û em dê bersiva van karan bidin." Wî tekez kir ku hikûmet dê bi hemî amûrên li ber destê xwe rûbirûyî balafirên dijminkar ên Îranê bibe.

Reşad Eleymî: "Hûsî berpirsiyarên vê alozî û qeyranê ne"

Li aliyê din, Serokê Encûmena Serokatiya Yemenê Reşad Eleymî ragehand ku milîsên Hûsî israr li ser pêşwazîkirina geşteka nû ya balafirvaniya Îranê kiriye, ku ev yek li derveyî qanûn û çarçoveyên serweriya girêdayî rêxistina êrîşên balafirvaniya sivîl e.

Serokê Encûmena Serokatiyê berpirsiyariya tam a vê aloziyê û encamên wê xist stûyê Hûsiyan; wî daxwaz jî kir ku ji qonaxa şermezarkirinê derbaz bibin qonaxa rêgirtin û bicihanîna biryarên Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî, bi taybetî jî biryarên hejmar 2140 û 2216.

Gefên Hûsiyan li ser Siûdiyê

Li beranberî van daxuyaniyan, Berdevkê Koma Ensarullahê (Hûsî), Yehya Serî Siûdiye bi bombebarankirina Balafirxaneya Sanayê tawanbar kir û di wî warî de peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir.

Wî berpirsî nivîsiye: "Di destdirêjiyeka aşkere û sitemkarane de, dijminê tawanbar ê Siûdiyê bi çend êrîşên asmanî Balafirxaneya Navdewletî ya Sanayê kir armanc û bi vê yekê jî qonaxa kêmkirina aloziyan bi dawî anî. Ji ber vê yekê divê ew baca vî karê xwe bide." Wî tekez jî kir ku ev destdirêjî bê bersiv û ceza derbaz nabe.

Ev jî di demekê de ye ku di Tîrmeha îsal de, Berdevkê Fermî yê Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Siûdiyê Turkî Malîkî hişyarî dabû ku hevpeymaniya wan dê bi tundî û bi hêzeka bêmînak bersiva her bizavekê bide ku Siûdiyê, welatiyan wê, samanên wê bike armanc an jî her bizaveka bo binpêkirina serweriya Yemenê bê kirin.

Ev gefa Hevpeymaniya Erebî rojekê piştî gihîştina balafireka Îranî bo Balafirxaneya Sanayê hat, ku paşê wê balafirê şandeka Hûsiyan veguhastibû Tehranê daku tevlî merasîma binaxkirina Rêberê Berê yê Îranê Elî Xameneyî be.