Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî gihîşt Washingtonê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî bi şandeyeke bilind a hikûmetê re, gihîşt Washingtonê. Armanca sereke ya serdanê, guhertina peywendiyên Bexda û Washingtonê ber bi hevkariyeke aborî ya piralî ve ye.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê îro 13’ê Tîrmeha 2026’an ragihand, Serokwezîr Elî Falih Zeydî ji bo serdaneke fermî gihîştiye paytextê Amerîkayê. Ev serdan wekî hewleke stratejîk tê dîtin da ku peywendiyên her du welatan ji çarçoveya ewlehiyê derkevin û veguherin hevkariyeke geşepêdanê ya çalak.

Li gorî daxuyaniyê, xala herî girîng a vê serdanê rakêşana veberhênerên Amerîkayê ye. Hikûmeta Iraqê dixwaze kompaniyên Amerîkî di projeyên mezin ên binesaziyê de cih bigirin û bi sermaye û teknolojiya nûjen, rûyê xizmetguzariyên li Iraqê biguherînin.

Tewereke din a serdana Zeydî, pênasekirina hevkariyên nû di kerta petrol, gaz û pîşesaziya petrokîmyayê de ye. Bexda bi vê gavê armanc dike ku şiyana xwe ya hilberînê zêde bike û bi pêşxistina pîşesaziyê, piştbestina Iraqê ya bi tenê li ser firotina petrola xav kêm bike.

Di çarçoveya serdanê de, biryar e Zeydî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump û rayedarên bilind ên îdarî bicive. Serokwezîrê Iraqê ne tenê bi aliyên hikûmetê re, lê dê bi nûnerên kerta taybet û karsazên Amerîkayê re jî bicive, da ku pira bazirganî ya di navbera her du welatan de bihêztir bibe.