Victoria Taylor: Mercê Trump ê ji bo piştgiriya Zeydî bêçekkirina grûpên çekdar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebera Destpêşxeriya Iraqê li Atlantic Councilê Victoria Taylor ragihand, Donald Trump û Koşka Spî piştgiriya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dikin, lê ji bo berdewamiya vê piştgiriyê şertekî wan ê giran heye.

Victoria Taylor ji bo Kurdistan24ê re ragihand, Koşka Spî piştgiriya Zeydî dike, lê divê Zeydî di berdêla vê piştgiriyê de karîna xwe di warê bêçekkirina grûpên çekdar û kontrolkirina wan de îsbat bike. Taylor got: "Divê Zeydî piştgiriya Koşka Spî baş bikar bîne û di pratîkê de nîşan bide ku ew dikare gavan biavêje."

Taylor bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Zeydî û ya Sûdanî her du jî ji aliyê "Çarçoveya Hevahengiyê" ve hatine hilbijartin, lewma ew rûbirûyî heman asteng û zehmetiyan dibin. Herwiha şîret li Zeydî kir ku ji bo serkeftinê, pêşveçûnên berçav di rojeva karê xwe de nîşan bide.

Taylor ragihand jî, îdareya Trump berê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî di pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de destwerdan kiriye. Lê belê ew pêşbînî dike ku di civîna bê ya navbera Trump û Zeydî de, ev mijar bi awayekî sereke û berçav neyê ziman, ji ber ku pirsa grûpên çekdar dê di pêşîneyê de be.