Trump li Koçka Spî pêşwaziya Elî Zeydî dike

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro saet 06:00 ê êvarê bi dema Hewlêrê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koçka Spî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bike; di vê civînê de ku şandeka mezin a wezarî û bazirganî ya Îraqî ligel Zeydî ye, çend dosiyeyên giring ên siyasî û aborî tên nîqaşkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Waşintonê îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) ragehand ku biryar e îro saet 06:00 ê êvara bi dema Hewlêrê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koçka Spî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bike, û tê çaverêkirin jî ku civîna wan nêzîkî saetekê vekêşe.

Di vê serdanê de bo Waşintonê, 27 wezîr, parlamenter û berpirsên bilind ên Îraqê ligel şandeka mezin a bazirgan, veberhêner û medyakarên Îraqî hevrêtiya Elî Zeydî dikin.

Şandeka Bilind û Wezarî ya Îraqî li Waşintonê ye

Diyartirîn kesatiyên ku ligel Serokwezîrê Îraqê ne ev in: Wezîrê Derve Fuad Hisên, Wezîrê Darayî Falih Sarî, Wezîrê Petrolê Basim Xuzeyr, Wezîrê Elektrîkê Elî Wehîb û Wezîrê Bazirganiyê Mistefa Cume.

Ji bilî wezîran, herwesa Parêzgarê Banka Navendî Nizar Nasir, Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Îraqê Qasim Ebûdî û Serokê Desteya Veberhênanê jî di nav wê şandê de ne. Hevdem hejmareka parlamenter, şêwirmend, berpirsên serbazî û bi dehan medyakar jî gihîştine Waşintonê.

Biryar e di çarçoveya vê serdanê de, şanda Îraqî bi dehan civîn û hevdîtinên cuda cuda ligel berpirs, kompanî û veberhênerên Amerîkayî bikin.