Trump: Amerîka piştevaniya Zeydî û Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de ji rojnamevanan re ragehand ku ew şerefdar e ku Zeydî îro li Koçka Spî ye û ew wekî serokwezîrekî serkeftî û piştevanê Amerîkayê binav kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniya xwe de ji bo medyayê got: "Ez şerefdar im ku Zeydî îro li vê derê ye. Ew piştevanê Amerîkayê ye; ew serokwezîrekî ciwan û serkeftî ye."

Serokê Amerîkayê bal kişand ser dewlemendiya Îraqê jî û got: "Yedeka petrola Îraqê ya zêde heye û xwedî samanekî mezin e. Zeydî di demeka gelek kurt de guhartinên gelek mezin li Îraqê kirin, bi taybetî di warê pêşxistina peywendiyên ligel Amerîkayê de."

Trump herwesa aşkere kir ku di civîna xwe ya ligel Zeydî de, wan behsa hevkariyên dualî û bi taybetî "hevpariya di warê petrolê de" kiriye. Li dawiyê jî wî tekez kir ku Amerîka piştevaniya Zeydî û Îraqê dike.

Serokê Amerîkayê herwesa ragehand ku kompaniyên petrolê yên Amerîkî bi awayekê berfireh û bêmînak dê bikevin nav bazarên Îraqê daku veberhênanên mezin bikin û hevpariyên stratejîk ligel kerta enerjiyê ya wî welatî çê bikin.

Di derheqa mana hêzên Amerîkayê de, Trump ron kir ku pêdivîtiya wan bi hiştina artêşa Amerîkayê li Îraqê nabe, belkî niha amadebûna Amerîkayê li Îraqê tenê bo merema hevkarî, şêwirmendî û parastina hevparên ewlehiyê ye.

Donald Trump Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî wekî serkirdeyekî ciwan, zîrek, bihêz û xwedî rêz binav kir, ku kariye di demeka kurt de guhartinên erênî di navxweya Iraqê de û di peywendiyên Bexdayê yên ligel Waşingtonê de jî çê bike.

Trump tekez jî kir ku peywendiyên Amerîka û Îraqê, ku berî niha di rewşeka nenas de bûn, niha derbaz bûne qonaxeka pêşkeftî û di paşerojê de lihevkirinên nû di berjewendiya pêşxistina aborî ya her du welatan de tên îmzekirin. Wî herwesa got: "Civîna min a îro ligel Zeydî gelek mezin e, ji ber ku Îraq welatekî gelek mezin e û em alîkariya wan dikin, herwesa Zeydî dê bibe serkirdeyekî mezin li Rojhilata Navîn."