Nêçîrvan Barzanî Cejna ‘Dehwa Ruba’yê li Mendayîyên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê cejna “Dehwa Ruba”yê (Cejna Mezin) bi germî li Sabîeyên Mendaî li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) di peyameka pîrozbahiyê de, ku li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê belav kiriye, cejna “Dehwa Ruba”yê (Cejna Mezin) li Sabîeyên Mendaî li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir û hêvî xwest ku ev cejn bibe sedema xêr, xweşî û aştiyê bo hemî aliyan.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser giringiya pêkvejiyanê kir û ragehand: "Pirrengiya dînî û çandî li welatê me çavkaniya dewlemendî û hêzê ye, herwesa bingeha çespandina bihayên pêkvejiyana aştîyane, biratî û rêzgirtina dualî di navbera hemî pêkhateyan de ye."

Di dawiya peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê dubare pîrozbahî pêşkêşî wan kirin û got: "Her sal xûşk û birayên me yên Mendayî di nav xêr û xweşiyan de bin."