Enqere: Operasyonên li dijî CHPê berdewam in; Şaredarê Çankayayê hat girtin
Enqere (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên li dijî partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyeyê berdewam in, ku di encama operasyona li dijî şaredariya Çankaya devera Enqerê de jî hatiye girtin. Parlamenterên CHPê bertekan nîşan didin û didin zanîn ku ger Tirkiye dixwaze demokratîk bibe û Pirsa Kurdan çareser bike, divê dev ji zextên li ser opozîsyonê berde ku bi van rêbazan ne aştî çê dibe ne jî demokratîkbûn.
Ji Cotmeha 2024an û vir ve, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên bi hinceta "gendelî û bertîlê" yên li dijî şaredariyên CHPê di rojevê de ne, ku di heman mehê de ji aliyê desthilatê ve pêngavên bo çareseriya Pirsa Kurdan û aştiyê dest pê kirine.
Di encama van geşedanên piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an de, herî kêm 39 şaredariyên CHPê bûn armanc. Li Enqereyê jî di operasyona li dijî Şaredariya Çankayayê ku wek keleha CHPê tê dîtîn de şaredar jî di nav de 24 kes hatin girtin.
Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu di vî warî de dibêje: “Divê bilez Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe lê hişmendiya siyasî ku ji dewleta hiqûqê dûr dikeve, çareseriya Pirsa Kurdan zehmettir dike, ewlehiya civakî lawaz dike.”
Sezgîn Tanrikulu tekez jî dike: “Girtina rêveberên herêmî yên bijartî hemî pîvanên hiqûqê binpê dike, baweriya bi siyaseta demokratîk û aştiyê têk dibe; berovajî vê bo kesên çekan deynin û dixwazin siyasetê bikin, bingehek demokratîk şert e. Daxwaza Diyarbekirê û gelê herêmê jî çareseriyeke aştiyane ye ku ev bi dewleta hiqûqê û demokratîkbûnê pêkan e.”
Wekî tevahiya Tirkiyeyê, li Enqerê jî ji aliyê alîgirên CHPê ve li hember girtinan hem li parlamentoyê hem jî li kolanan bertekên tund tên nîşandan, meş tên lidarxistin û ji bo xwedîlêderketina li îradeyê li pêş şaredariya Çankayayê nobet tê girtin.
Parlamenterê CHPê yê Mersînê Alî Mahir Başarir jî radigehîne: “Bêyî mûxalefetê nabe. Bi zext û lêpirsînên li ser mûxalefetê nabe. Rewşa me li ber çavan e. Hûn nikarin her bûyerê bi binçavkirin, lêpirsîn û girtinan çareser bikin. Rewşa yên bêbiryar li ber çavan e. Bertekê nîşan didin.”
Alî Mahir Başarir tekez jî dike: “Kes nikare vê yekê nebîne. Yanî ger Tirkiye dê normalîze bibe, û bê xwestin ku pêvajoyeke aştî û çareseriyê pêş bikeve, nabe bi vî rengî nayê meşandin."
Herî dawî bi girtina şaredarê Çankayaya devera Enqerê Huseyîn Can Guner re, hejmara şaredarên girtî ku di nav wan de kandîdê serokkomariyê yê CHPê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem İmamoğlu gihişt 27an.