Vegereke dîrokî: Argentînê Îngiltira têk bir û gihîşt fînala Kûpaya Cîhanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Neteweyî ya Argentînê, piştî ku (1 - 0) li hemberî Îngiltirayê ketibû paş, bi serketineke (2 - 1) a dramatîk gihîşt fînala Kûpaya Cîhanê. Argentîn dê di fînalê de rûbirûyê Spanyayê bibe.
Di lîstika nîvfînalê ya Kûpaya Cîhanê de ku li bajarê Atlantayê hat lîstin, Argentîn û Îngiltira rûbirûyê hev bûn. Lîstika ku nîveka wê ya yekem (0 – 0) bidawî bû, di nîvê duyem de bû şahidê kelecaneke mezin û vegereke dramatîk.
Di xuleka 54’an de, Îngiltira bi gola Anthony Gordon (1 – 0) pêş ket. Lê belê Argentînê di xulekên dawî de zextên xwe zêde kirin û xuleka 85’an de, stêrka ciwan Enzo Fernandez bi pasê Lionel Messi, ji dûrahiya 25 metreyan şotekî mîna "mûşekê" avêt û encam kir (1 – 1).
Gava her kesî çaverê dikir ku lîstik biçe wextên zêde, di xuleka 90+2’an de Lautaro Martinez bi pasê duyem ê Lionel Messi, bi derbeyeke serî ya bihêz gola serketinê tomar kir û Argentîn bi awayekî dramatîk gihand fînalê.
Fînala mezin: Arjentîn - Spanya
Bi vê serketinê, Arjentîn cara 7’emîn di dîroka xwe de gihîşt fînala Kûpaya Cîhanê. Lionel Messi û hevalên wî, roja Yekşema bê li stadyuma "MetLife" a li nêzîkî New Yorkê, ji bo parastina nasnavê xwe yê şampiyoniyê dê rûbirûyê Spanyayê bibin.
Spanyayê jî pêr Sêşemê bi têkbirina Fransayê bilêta fînalê bi dest xistibû. Çavên hemû cîhanê niha li vê fînala mezin e.