400 malbatên din ên koçberên Efrînî vedigirin ser cih û warê xwe

Qamişlo (K24) – Piştî salên dirêj ên koçberî û jiyana dijwar a kampan, karwanê dawî yê koçberên Efrînê ber bi warê bav û kalan ve bi rê ket. Nêzî 400 malbatên ku amadekariyên xwe temam kiribûn, bi kelecaneke mezin vedigerin ser axa xwe.

Pêla vegera koçberên Efrînê ya ber bi gund û navçeyên wan ve berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, karwanekî nû ku ji nêzî 400 malbatî pêk dihat, amadekariyên xwe bi dawî kirin û berê xwe dan Efrînê. Koçberên ku bi salan di bin şert û mercên giran de jiyana koçberiyê derbas kirin, diyar dikin ku ti cih nagire cihê mirov û hesreta wan a ji bo axê bi dawî bûye.

Koçberên ku di karwanê vegerê de cih digirin, kêfxweşiya xwe bi hêsirên şahiyê tînin ziman. Zeyneb Esaf, yek ji koçberên ku vedigere Efrînê, balê dikşîne ser zehmetiyên koçberiyê û dibêje: "Me di vê pêvajoyê de gelek zehmetî dîtin. Em pir westiyan, lê îro roja me ya herî bi wate ye. Me bêriya her dar û kevirê Efrînê kiriye. Vegera ser axa bav û kalan ji bo me her tişt e."

Êsma Elî jî ku bi malbata xwe re di nav amadekariyên vegerê de bû, hestên xwe wiha parve kirin: "Kêfa me nayê pênasekirin. Piştî van hemû salan, em diçin cihê ku em jê hatine. Her çend westabûn hebe jî, gava em dibêjin 'em diçin malê', hemû êş û azarên me kêm dibin."

Ev pêvajoya vegerê di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileya 2026an de pêk tê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin. Ji wê demê ve, her du alî li ser vegerandina koçberên Efrînê yên li herêmên Cizîr û Kobanê lihev kiribûn.

Heta berî karwanê jî, hejmarek karwanên din ji deverên cuda yên Cizîrê (Hesekê, Qamişlo û Dêrik) û Kobanê vegeriyane Efrînê. Li gorî amaran jî heta niha dora 7 hezar malbat vegeriyane.