Li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê barekî çek û moşekan hat bindestkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Îraqê ragihand ku destê xwe danaye ser barekî çek û moşekan li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Îraqê îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir ku wan bizaveka qaçaxçîtiya barekî çek û moşekan ji sînorê Îraqê ber bi nav axa Sûriyeyê ve pûç kiriye.

Şaneya navborî herwesa ragihand ku li ser rênimayiyên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, komîteyeka bilind ji aliyên peywendîdar û pisporan hatiye avakirin daku bi hûrgulî lêkolînê li ser vê mijarê bikin.

Di daxuyaniyê de herwesa tekez hat kirin ku ji bo piştrastbûna ji hemî hûrguliyên peywendîdar bi vê operasyonê û hesabpirsîna ji berpirsyaran, hevahengî ligel aliyê Sûriyeyê tê kirin. Bi vê yekê jî ewlehî û tenahiya sînorê hevpar tê misogerkirin û rê li her bizaveka têkbirina ewlehiya nîştimanî tê girtin.

Sûriye: "Çek bo Hizbullahê dihatin şandin"

Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê jî her îro ji aliyê xwe ve di daxuyaniyekê de aşkere kir ku wan bizava qaçaxçîtiya barekî çek û moşekan li ser sînorê Sûriye û Îraqê pûç kiriye. wê diyar jî kir ku li gorî lêkolînên destpêkê, qaçaxçiyan xwestiye wî barê çekan bi rêya axa Sûriyeyê bigihînin Hizbullahê.

Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê cihê bindestkirina barê çekan û hejmara kesên ku di vê rûdanê de destê wan hebûye aşkere nekirin. Herwesa heta niha ji aliyê Îraq û Hizbullahê ve jî tu daxuyaniyên fermî li ser vê rûdanê nehatine belavkirin.