Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê: Aboriya cîhanê di metirsiyeke mezin de ye

Fatil Birol
Fatil Birol

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Bicihanînê yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê (IEA) hişyarî da ku ger ew aloziya ku tevgera keştîvaniyê di Tengava Hurmizê de rawestandiye neyê çareserkirin, aboriya cîhanê dê rûbirûyî astengiyeka nû û giran bibe.

Rêveberê Bicihanînê yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê Fatih Birol îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku ji ber zêdebûna êrîşên dualî yên navbera Waşinton û Tehranê, bazar di rewşeka giran a nîgeraniyê de ne.

Fatih Birol tekez jî kir ku ev rewş metirsiyeke mezin li ser dabînkirina petrol, gaza xwezayî, peyîn û kelûpelên din ên stratejîk çê dike ku di wê tengavê re derbaz dibin.

Navborî herwesa daxwaz jî kir ku divê ev tengav di nav çend hefteyan de, ne di nav çend mehan de, bi awayekî tam û bêşert li ber keştîvaniyê bê vekirin.

Fatih Birol aşkere jî kir ku lengkirina dabînkirina enerjî û keresteyên xam ji devera Kendavê, zirareka mezin gihandiye aboriya welatên wekî Koreya Başûr û Japonê. Di heman demê de, nirxê petrolê di danûstandinên herî dawiyê de bi rêjeya %2 bilind bûye û gihîştiye asta xwe ya herî bilind di heyama mehekê de. Ev jî di demekê de ye ku beriya destpêkirina şer, nêzîkî pêncyeka hewcedariya petrol û gaza şil a cîhanê di vê rêyê re derbaz dibû.

Li ser erdê jî, artêşa Amerîkayê ragihand ku wan çend armancên serbazî li peravên Îranê hingaftine, bi armanca lawazkirina şiyanên wî welatî ji bo êrîşkirina li ser keştiyên bazirganî. Li beranber jî, Pasdarên Îranê jî bersivdana xwe ragihand û diyar kir ku wan bingehên serbazî yên Amerîkayê li Behreyn, Kuweyt û Urdinê kirine armanc.

Ji aliyekê din ve jî, şiroveker hişyariyê didin ku îhtîmal heye Îran bi rêya hevalbendên xwe yên Hûsî li Yemenê, Tengava Babulmendebê jî daxe. Ev yek jî dê bibe sedema vebûna eniyeka nû ya zextê li dijî Waşintonê û her du rêyên herî giring ên enerjiyê li cîhanê dixe bin metirsiyê.

Herwesa Banka “Goldman Sachs”ê di raportekê de bal kişand ser wê yekê ku ger hinardekirina petrola Kendavê bi vî rengî astengdar bimîne, dibe ku nirxê her bermîleka petrola Brent di çaryeka dawiyê ya îsal de 110 dolaran derbaz bike.