Fuad Husên: Kompaniyên Amerîkayê bi hêz vedigerin sektora enerjiya Îraqê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê li Waşintonê aşkere kir ku kompaniyên petrolê yên Amerîkayê ji ber ezmûna xwe ya berê bi hêz vedigerin daku li sektora enerjiya Îraqê de veberhênê bikin. Diyar jî kir ku hikûmet dixwaze di paşerojê de ev hevkarî sektora gazê û pîşesaziya petrokîmyayî jî vebigire.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) li Waşintonê di daxuyaniyekê de ji bo kanala "Al-Sumaria"yê ragihand ku mijara serekî ya serdana wan a ji bo Amerîkayê nîqaşkirina li ser sektora aborî ye. Wî diyar jî kir ku Bexda kar dike daku çarçoveya peywendiyên xwe yên ligel Waşintonê ji warê serbazî û ewlehiyê bo hevkariyeka aborî û veberhênanê ya bihêz biguherîne.
Fuad Husên da zanîn jî ku kompaniyên Amerîkayê, ku xwedan şarezayî û ezmûneka mezin in li Îraqê, niha bi rengekê berfireh vedigerin daku di sektora petrolê de veberhênanê bikin û hikûmet jî hêvîdar e di paşerojê de van hevkariyan bo sektora gaz û pîşesaziya petrokîmyayê pêş bixe.
Wezîrê Derve yê Îraqê tekez jî kir ku pêgeha cografî ya Îraqê dibe alîkar ku bibe navendeka giring a diyalog û peywendiyan li deverê. Wî got ku pêşxistina peywendiyên aborî dê ji bo peydakirina ewlehiyeka giştî bibe rêxweşker.
Wî herwesa bal kişand ser bandora şerê herêmî li ser Îraqê û hêvî xwest ku diyaloga navbera Amerîka û Îranê bibe sedema bidawîhatina vî şerî.
Çekkirina komên çekdar û radestkirina çekan
Fuad Husên li ser dosyeya ewlehiya navxweyî ya Îraqê jî aşkere kir: "Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi zelalî tekez kiriye ku divê komên çekdar li gorî destûrê çekên xwe radestî dewletê bikin, ji ber ku destûr rêyê nade çi çek li derveyî kontrola fermî ya saziyên dewletê bimînin."
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku pêvajoya radestkirina çekan ligel parek ji wan koman dest pê kiriye û tê çaverêkirin ku di nav çend mehên bê de ev dosye bi temamî bidawî bibe.
Fuad Hisên herwesa got: “Plana hikûmetê ye wisa ye ku peywendiyên van koman ji hêzên fermî bên veqetandin, paşê çekên wan bên wergirtin û wekî kiyanekî siyasî di çarçoveya qanûnê de kar bikin; bi taybetî ku nûnerên hinek ji wan niha di parlamentoyê de û di pêvajoya siyasî de hene.”
Wezîrê Dervey ê Iraqê li dawiyê jî tekez kir ku danûstandinên Serokwezîr ligel nûnerên komên çekdar berdewam in û hikûmet dixwaze di nav çend mehên bê de dawiyê bi hebûna çekên li derveyî kontrola dewletê bîne.