Kuweyt: Me 32 dronên Îranê êxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê ragihand ku hêzên wan ên çekdar ji serê sibeha îro ve, 32 dronên Îranê li asmanê welatê xwe êxistine.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê Eqîd Rukn Siûd Ebdulezîz Etwan îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku tenê di heyama rojekê de sîstema wan a berevaniyê 32 dronên Îranî li asmanê Kuweytê pûç kirine. Wî diyar jî kir ku van êrîşên Îranê çend saziyên hestiyar û giring ên welatê wan kirine armanc.
Berdevkê navborî zelal jî kir ku ji ber pûçkirina van dronan, bermayî û perçeyên wan li ser çend tax û deverên xwecihbûnê ketine xwarê û bûne sedema rûdana hinek zirarên madî; lê herwesa aşkere kir ku "tu zirarên canî nehatine tomarkirin."
Amara dawiyê ya êrîşên Îranê li ser Kuweytê
Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê herwesa amara herî nû ya êrîşên Îranê ji destpêka vî şerî ve li ser axa welatê xwe bi vî rengî parve kir:
- Têkbirina Dronan: 1002 dronên xwekuj hatine pûçkirin.
- Têkbirina Moşekên Balîstîk: Rê li ber 387 moşekên balîstîk hatiye girtin.
- Têkbirina Moşekên Krûz: 25 moşekên krûz li asman hatine pûçkirin.
Eqîd Siûd Etwan di dawiya daxuyaniya xwe de jî tekez kir ku hêzên çekdar ên Kuweytê di amadebaşiya tam de ne, ji bo parastina serweriya welat û pêkanîna erkên xwe bi bilindtirîn kalitî daku ewlehiya welatiyan û xwecihên Kuweytê biparêzin.