Koçka Spî bo K24ê: Îran baca binpêkirina sozên xwe dide

Caroline Levitt
Caroline Levitt

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Koçka Spî ragihand ku êrîşên vê dawiyê yên Amerîkayê li ser pêgehên Îranê wekî cezayekî bûn li beranberî binpêkirina wan sozen ku Tehranê dabûn Serokê Amerîkayê.

Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) di bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê li Waçintonê Rehîm Reşîdî de ragihand: "Mixabin Îran pabendî wan sozên ku dabûn Serokê Amerîkayê Donald Trump nebû."

Levitt bal kişand ser wê yekê jî ku ji ber ku Îran pabendî soz û lihevkirinan nebûye, Serokê Amerîkayê di çend rojên borî de fermana destpêkirina êrîşên asmanî li ser wî welatî daye. Lê aşkere jî kir ku tevî van êrîşan jî, Îran li ser danûstandinên xwe yên ligel Amerîkayê berdewam e û dixwaze lihevkirinekê îmze bike.

Berdevka Koçka Spî li ser rewşa Tengava Hurmizê û parvebûna deshilatê li Îranê jî got: "Tengava Hurmizê li ber keştiyên bazirganî vekirî ye û Trump bi tu awayî rêyê nade Îranê ku di nav tengavê de êrîşî ser keştiyan bike. Di eynî demê de, deshilata Îranê parve bûye û parek ji wan alîgirê îmzekirina lihevkirina ligel Amerîkayê ne."

Caroline Levitt di dawiya daxuyaniya xwe de jî tekez kir ku Serokê Amerîkayê her dem ji bo çareseriya dîplomatîk amade ye, ji ber ku bawerî bi prensîba "pêkanîna aştiyê bi rêya hêzê" heye. Wê herwesa got: "Trump ji cîhanê re selimand ku em dikarin di her demekê de û li her derê li Îranê bidin."