Diyarbekir: Şaredariya Peyasê xizmetên tenduristî, paqijî û traşê dibe nav malan

Diyarbekir (K24) - Şaredariya Peyasê ya Diyarbekirê bo kesên bi tenê dijîn û xwedî pêdiviyên taybet in xizmeteke watedar pêşkêş dike. Her welatiyekî ku bi tenê dijî, xwedî çîrokeke xemgîn û dilsoz e; ew li bendê ne ku xwedî li wan bê derketin daku xwe wekî endamekî ji malbata mezin a civakê bibînin. Welatiyên ku li malê bi tenê ne, ji pêşkêşkirina van xizmetan pir keyfxweş in û li hember rastiyên giran ên jiyanê û astengiyan berxwedanê dikin.

Şaredariya Peyasê ya navçeya navendî ya Diyarbekirê xizmeteke cuda û watedar pêşkêşî welatiyan dike ku dikare bo hemû şaredariyan bibe mînakeke balkêş. Beşa Xizmetên Nêrîna li Malê ya Şaredariya Peyasê, pêdiviyên kesên ku li malê bi tenê dijîn an jî astengdar in dabîn dike. Vê xizmetê di qada tenduristî, paqijî û pêdiviyên rojane de pêşkêş dike. Rayedarên şaredariya Peyasê didin zanîn ku kesên bixwazin ji vê xizmetê sûdê werbigirin, dikarin serî li wan bidin.

Berpirsa Beşa Xizmetên Nêrîna li Malê ya Şaredariya Peyasê Tuba Guzel Erdem di vî warî de dibêje: “Em di 3 beşan de xizmetan pêşkêş dikin: tenduristî, paqijî û kurkirin (traş). Em bi nexweşxaneyan re bi awayekî hevaheng dixebitin. Kesên ku bixwazin sûdê ji van xizmetan werbigirin, dikarin bi daxwaznameyê serî li şaredariyê bidin. Kesên ku di nava sînorên navçeya Peyasê de ne, dikarin serî lê bidin.”

Her welatiyekî ku bi tenê dijî, xwedî çîrokeke xemgîn e. Fatma Peker a 75 salî, 6 sal in ji ber ku hevjînê wê wefat kiriye bi tenê dijî. Hecî Ekrem Erdogan ê 100 salî, xwedî 7 zarokan e û ji 100î zêdetir neviyên wî hene, lê ew jî bi tenê dijî. Îsmet Demîr ê ku 50 salan hostetiya tamîrkirina erebeyan kiriye, 10 roj berê ji ber nexweşiya penceşêrê lingekî xwe ji dest daye; ew niha li hember şert û mercên giran û dijwar ên jiyanê berxwedanê dike û xizmeta pansumanê (paqijkirina birînê) werdigire.

Welatî Fatma Peker jî di vî warî de dibêje: “Min berê dikarî, ez niha nikarim kar bikim. Şukur ji bo vê rewşê jî, ez spasiya şaredariyê dikim.” Welatî Îsmet Demîr jî ji aliyê xwe ve dibêje: “10 roj berê ez emeliyat bûm, lingê min jê kirin. Zarokên min serî li vê xizmetê dan, pir baş e, ez spasiya şaredariyê dikim.” Welatî Hacî Ekrem Erdogan jî aşkere kir: “Hevjîna min 6 sal berê mir. Berê makîneya min hebû, min dikarî xwe traş bikim, lê niha nikarim.”

Rayedarên şaredariya Peyasê balê dikişînin ser wê yekê ku her çiqas gelek mirovên bi tenê dijîn hebin jî, bi awayekî giştî civak malbatek e û berpirsiyariya hemû endamên vê malbatê ye ku ji bo pêdiviyên welatiyan bibin bersiv.”