Pasdarên Îranê: Du keştiyên petrolhelgir li Tengava Hurmizê teqiyane

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Pasdaran a Îranê di beyannameyekê de aşkere kir ku du keştiyên petrolhelgir, deku bizav dikir di rêyeka başûr a Tengava Hurmizê re derbaz bibin, teqiyane û ji kar ketine, hevdem asmanê Urdinê jî bi moşekan hatiye armanckirin.

Artêşa Pasdaran a Îranê îro (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) di beyannameyekê de artêşa Amerîkayê tohmetbar kir ku ew keştî pal dane ku wê rêyê bi kar bînin. Di beyannameya Pasdaran de tu amajeyek bi navê keştiyan, alên wan, nasnameya stafa wan an hebûna tu kuştî û birîndaran nehatiye kirin.

Pasdarên Îranê hişyariyeka tund da ku ew rêya avî dê neewle bimîne hindî ku destdirêjiyên Amerîkayê li deverê berdewam bin, û ragihand: "Ev rê bo veguhastina berhemên petrokîmyewî û heta yek dilopa petrol û gazê jî ewle nabe." Hevdem daxwaz ji artêşa Amerîkayê kiriye ku xwe bo "kiryareka cezakirinê" amade bike.

Armanckirina Balafirxaneya Eqebeyê li Urdinê

Medyayên fermî yên Îranê jî belav kiriye ku Hêza Asmanî ya Artêşa Pasdaran bi rêya moşekên balîstîk Balafirxaneya Eqebeyê li welatê Urdinê kiriye armanc. Di wê beyannameyê de hatiye diyarkirin ku balafirên mezin ên veguhastinê û balafirên fermandarî û kontrolê yên artêşa Amerîkayê li wê balafirxaneyê hatine armanckirin û "zirareka zêde gihandiye hejmareka zêde ya wan balafiran."

Ev pêngav rewşa navçeyê ber bi qonaxeka pir metirsîdar a rûbirûbûna rasterast dibe. Pêştir rojnameya "The New York Times"ê ya Amerîkayî jî di raporeka xwe ya nû de aşkere kir ku piştî kuştina du serbazên Amerîkayî di êrîşeka moşekî ya Îranê de li Urdinê û bersivdana tund a Waşintonê bo ser axa Îranê, her du welat gihîştine ber lêva rûbirûbûneka serbazî ya mezin û rasterast.