Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dogan Hatun dest ji karê xwe berda
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatun bi awayekî fermî ragihand ku di çarçoveya "prensîba vekişînê" de dest ji posta xwe ya hevşaredariyê berdaye û daxwaza wî ji aliyê partiya wî ve hatiye qebûlkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dogan Hatun vê sibehê (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir ku wî li gorî rêzikên siyasî û bi peyrewkirina prensîba vekişînê, dest ji karê xwe yê li şaredariyê berdaye.
Dogan Hatun di peyama xwe de spasiya gelê Diyarbekirê kir ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024ê de bi rêjeya nêzîkî %65 wekî hevşaredar ew hilbijartiye û bawerî pê aniye.
Navborî li ser sedemên vê biryarê bal kişand ser rexne û nirxandinên Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya partiya xwe û bi dilfirehî kêmasiyên xwe yên di dema kar de qebûl kirine.
Hatun anî ziman ku di nava pêvajoya nû de, wî nekarîbû di asta daxwaza partî û gel de bersiva berpirsiyariyan bide û di warê hilberandina xizmetkariyan û pêşengiyê de negehiştiye asta ku jê dihat hêvîkirin.
Ji aliyekê din ve jî, Hatun eşkere kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên giran bandoreke neyinî li ser çalakbûna wî kiriye. Wî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di dema wezîfeya wî ya du salan de, 3 caran emeliyata anjiyoyê (angio) ji wî re hatiye kirin û vê yekê ji aliyê fîzîkî ve ew êxistiye û wekî astengeke mezin rê li ber wî girtiye, ku ew bi awayekî çalak tevlî kar û xebatan bibe.
Têkildarî vê biryarê, Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek belav kir û tê de biryara vekişîna Hatun piştrast kir. Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat diyarkirin ku daxwaza Dogan Hatun a ji bo vekişîna ji wezîfeyê ku berê pêşkêşî saziyên partiyê kiribû, ji aliyê lijneyên pêwendîdar ve guncayî hatiye dîtin û bi fermî hatiye qebûlkirin.