Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wî, îro 21ê Tîrmeha 2026an pêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya berpirsê ofîsa Yekîtiya Ewropayê kir ji bo wan xebatên ku di wê heyamê de ji bo xurtkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê encam dane.
Hat diyarkirin ku berpirsê ofîsa Yekîtiya Ewropayê jî ji bo piştgirî, hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di serxistina erkê wî de, spasiyên xwe pêşkêş kirin.