Encûmena Nûneran a Amerîkayê budceya şerê li dijî Îranê pesend kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Amerîkayê budceyeke taybet a 95 milyar dolarî ku lêçûnên operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê jî di nav de ye pesend kir û proje ji bo biryara dawî ji Encûmena Pîran re şand.

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson tevî dabeşbûna di navbera fraksiyonên partiya xwe de, karî piştgiriya zêdehiya endaman bidest bixe û proje bi 216 dengên "erê" li hemberî 214 dengên "na" hat pesendkirin. Hat ragihandin ku ev budceya nû dê bi rêya zêdekirina kurthênana budceya federal bê dabînkirin.

Li gorî naveroka projeyê, dabeşkirina budceyê bi vî rengî ye:

- 73 milyar dolar: Ji bo Wezareta Ceng (Pentagon) û dezgehên hewalgiriyê hatine veqetandin, da ku lêçûnên operasyonên leşkerî û şerê li dijî Îranê bên dabînkirin.

- 12 milyar dolar: Ji bo cotkarên ku ji ber şerê bazirganiyê zirar dîtine hatiye veqetandin.

- 10 milyar dolar: Ji bo bernameyên taybet ên hilbijartinan hatiye terxankirin.

Hevdem ligel vê budceyê, Encûmena Nûneran projeyasaya salane ya siyaseta parastina welat jî pesend kir. Di vê çarçoveyê de rê hat dayîn ku 1.15 trîlyon dolar ji bo Wezareta Ceng ê Amerîkayê bê xerckirin. Ev birê budceyê di dîroka Wezaretê de, wekî "asta herî bilind a xercên leşkerî" hat qeydkirin.