Mesrûr Barzanî: Ji bo birêvebirina qeyranan hevkarî bi hikûmeta Iraqê re giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo rûbirûbûna qeyranên ku herêm tê re derbas dibe, hevkariya bi hikûmeta federal a Iraqê re pêwîstiyek e. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30ê Tîrmeha 2026an li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir. Piştî civînê, her du alî derketin pêşberî çapemeniyê û hûrguliyên gotûbêjên xwe parve kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, wan ligel Helbûsî behsa pêwendiyên dualî û pêwendiyên navbera PDK û Partiya Teqedum kirine; ka dê çawa hevkarî û hevahengiyê bikin, bi taybetî di vê rewşa hestiyar de ku Iraq û navçe tê re derbas dibin.

Her wiha ragihand: "Ya pêwîst ew e ku em piştgiriya hikûmeta niha ya Elî Zeydî bikin, da ku bikare di vê rewşê de, wan hemû qeyranên ku navçe tê re derbas dibe, birêve bibe. Em ê li ser piştgiriya hikûmeta federal berdewam bin û ji bo her cûre hevkariya ligel hevparên xwe yên li Iraqê amade ne."

Ji aliyê din ve, Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî di konfransa rojnamevanî de got: "Ji bo berdewamkirina wan gotûbêjên ku me berê li Bexdayê ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiribûn, îro ez kêfxweş bûm ku careke din ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyam."

Helbûsî diyar kir, dê hevdîtineke wan ligel Serok Barzanî jî hebe û dê behsa giringiya pêwendiyên navbera partiyên siyasî bikin ji bo parastina şayisteyên dewletê, bi taybetî bi hûrgulî li ser rewşa aborî û ewlehî ya ku Iraq tê re derbas dibe.

Her wiha helbûsî piştgiriya xwe bo hikûmeta federal û Serokwezîr Falih Zeydî dubare kir ji bo cîbicîkirina karnameya hikûmetê û parastina aramiya welat. Helbûsî got: "Wekî hêzên siyasî, erkê me ye ku em ji nakokiyên siyasî û cudahiyên ramanê yên berê dûr bikevin û zêdetir ji bo berjewendiya welatiyan kar bikin. Dibe ku berê nakokiyên me yên siyasî hebûn, lê niha em behsa berjewendiya bilind dikin û ev yek jî yekhelwestiyê dixwaze."