Karvedanên hilweşandina partiya Davutoglu berdewam in
Diyarbekir (K24) – Ahmet Davutoglu ragihand ku wan dawî li xebatên siyasi yên Partiya Paşerojê aniye û ev biryar helwesteke exlaqî ye. Parlamenter Selçuk Ozdag diyar kir ku biryara fesixkirina fermî dê di kongreyê de were dayîn, lê ew dixwazin Koma Rêya Nû zindî bihêlin. Sekreterê Giştî Hasan Seymen jî destnîşan kir ku ji ber nebûna tifaqê û kêmasiya derfetan, kadroyên wan dîtine siyaseta heyî nagihîje encamekê.
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu bi daxuyaniyeke nivîskî ya 4 rûpelî ragihand ku wan dawî li xebatên xwe yên siyasî aniye. Davutoglu diyar kir ku ev biryara vekişîna ji siyaseta partîtiyê ne radestbûnek e, lê helwesteke exlaqî ye da ku nebin parçeyek ji siyaseta qirêj. Partiya Paşerojê berê ji bo yekbûnê bi Partiya Yenîden Refah û Partiya Saadetê re axivîbû, lê ji ber nakokiyan ev yekbûn çê nebû.
Parlamenterê Partiya Paşerojê yê Muglayê, ku dê di bin banê Koma Rêya Nû de karê xwe bidomînê jî, behsa sedemên hilweşandina partiyê dike.
Parlamenterê Partiya Paşerojê yê Muglayê Selçuk OZDAG di vî warî de got: “Siyaset di heman demê de fînansê ye jî ku birêz Ahmet Beg di vî warî de gelekî hesas bû. Ji ber îstîfayên parlamenteran, encamnedana xebatên me û birêxistina welatiyan a ber bi desthilatdariyê ve, Birêz Ahmet biryara fesixkirina partiyê da.”
Selçuk OZDAG herwesa ragihand: “Min ev biryar li parlamentoyê bihîst û daxuyaniyê di rê de xwend. Her çend biryara fermî ya fesixkirinê dê di kongreya 22ê Tebaxê de were dayîn jî, em, digel hevkarên xwe, hêvî dikin ku Koma Rêya Nû, komek bi mîsyon û girîngiyek pir girîng, zindî bihêlin.”
Sekreterê Giştî yê partiyê jî diyar dike ku ev biryar ne tenê ji aliyê Ahmet Davutoglu ve di lijne û nav kadroyên wan de hatiye gotûbêjkirin û wisa hatiye dayîn û behsa wê proseya vekişîna ji siyaseta partîtiyê dike.
Sekreterê Giştî yê Partiya Paşerojê Hasan SEYMEN jî di vî warî re ragihand: “Di avakirina Koma Rêya Nû de armanca serokê me ew bû ku li dijî desthilatê alternatîfeke bihêz ya kevneperest ava bike, her sê partiyan di bin banê Koma Rêya Nû de wekî tifaqeke hilbijartinan bîne balhev lê ev yek pêk nehat.”
Hasan SEYMEN herwesa got: “Ji ber ku çavkaniyên me yên aborî kêm in, di rapirsiyan de jî rêjeya me li dora 1% dan xuya kirin. Partiyên din jî ji bo tifaqê gav neavêtin û her yekê serokê xwe wekî namzedê serokkomariyê ragihand. Li dijî vê desthilata zordest, kadroyên me dîtin ku siyaseta heyî nagihîje encamekê.”
Di hilbijartinên sala 2023an de CHPê 169 parlamenter derxistin. Di nav lîsteyên CHPê de ji Partiya Saadetê, DEVAyê, Paşerojê û Partiya Demokrat bi giştî 38 parlamenter hatin hilbijartin. Ji van DEVAyê 15, Saadet û Paşerojê jî her yekê 10 parlamenter bi dest xistibûn.