Li Efxanistanê ji ber lehiyê bi dehan kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gelek herêmên Efxanistanê ji ber barana bihêz û rabûna lehiyan, herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û 129 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand, di nava çend rojên borî de, ji ber baranên bihêz û lehiyê, li gelek parêzgehên Efxanistanê ziyanên giran ên canî û madî çêbûne. Li gorî raporta WHOyê, heta niha 29 kesan jiyana xwe ji dest dane, 129 kes birîndar bûne û 4 kesên din jî winda ne.

Medyaya navxweyî ya Efxanistanê "Tolo News" bi piştbestina daneyên WHOyê aşkere kir, lehiyê li parêzgehên wekî Nûristan, Nengerhar, Lexman, Paktîka, Paktîa, Xost, Xeznî, Kabul, Kapîsa, Pencşîr, Perwan, Loger û Meydan Werdekê bandoreke giran kiriye.

Hat diyarkirin ku tenê li her du parêzgehên Nûristan û Lexmanê, ziyan herî kêm gihîştiye 300 malbatan û pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand, ji bo alîkariya ziyandîtiyan, wan sê tîmên bijîşkî yên gerok şandine herêmên ku ziyan dîtine. WHO bi hevahengiya bi hevkarên xwe yên di kerta tenduristiyê de, hewl dide xizmetguzariyên bijîşkî û alîkariyên mirovî yên lezgîn bigihîne birîndar û malbatên ku malên wan wêran bûne.

Efxanistan di salên dawî de, ji ber guherîna keşûhewayê rastî karesatên xwezayî yên dijwar tê, ku ev yek barê giran ê aborî û mirovî yê li ser wî welatî hîn bêtir giran dike.