Hêzên ewlehiyê yên Iraqê şaneyeke çekdar li Babilê hilweşand
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyên nûçeyan eşkere kir ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê di operasyoneke taybet de li parêzgeha Babilê şaneyeke çekdar, ku peywendiya wan bi berpirsên Îranê re hebûye û plana wan hebûye ku li derveyî Îraqê êrîşan bikin, desteser kiriye.
Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand: "Hêzên Dijî Terorê û Dezgeha Hewalgiriya Îraqê karî bikevin nav komeke çekdar û wê hilweşînin, ku plana wan hebû bi rêya dronan êrîşî ser çend armancên diyarkirî bikin."
Ebûdî destnîşan kir jî ku dest bi ser çek, amûr û gelek dronan de hatiye girtin û endamên wê şaneyê niha di bin lêkolînê de ne. Herwesa got: "Serokwezîr danûstandinên rasterast bi komên çekdar re hene û piştî 30ê Îlona 2026ê, êdî tu hincetek ji bo mana komên çekdar namîne û dosyeya çekan dê tenê di destê dewletê de be."
Wezareta Berevaniyê ya Îraqê duhî (Şemî, 8ê Tebaxa 2026ê) ragihand ku Serdarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarellah û şandeke bilind a leşkerî gihîştine Kerkûkê û di civînekê de bi fermandeyên leşkerî yên deverê re, biryara hilweşandina Fermandariya Operasyonan a Rojhilatê Dîcleyê da. Herwesa biryar e hejmareka guherînan di postên ewlehî û leşkerî yên sînorê parêzgeha Kerkûkê û devera Xurmatûyê de bên kirin, bi merema xurtkirina kontrola ewlehiya deverê.
Piştî bidawîbûna merasîma Çileyê Îmam Huseyn, komên çekdar ên Îraqê gefên tolstandinê li Erebistana Siûdî û hêzên Amerîkayê kirine. Ev yek jî wekî bersivekê ji bo wê êrîşa asmanî ye ya ku di 29ê meha borî de li çend parêzgehan, wekî Bexda, Neynewa û Kerkûk, li ser bingehên Heşda Şeibî hatibû kirin, ku di encamê de hejmareka çekdaran û pênc şêwirmendên leşkerî yên Îranî hatibû kuştin.
Her çend Eniya Miqawemeya Îslamî li roja Îniyê, 7ê Tebaxê, wekî dema tolstandinê diyar kiribû, lê di bin zexta serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê de êrîşên xwe ji bo demeke nediyarkirî paşxistin, ji bo ku rêyê li zêdetir aloztirbûna rewşê bigire.
Ligel wê yekê jî, bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî, hemî hêzên ewlehiyê yên Îraqê ketine rewşa amadebaşiyê. Niha li Bexda û bajarên din hêzeke zêde hatiye belavkirin û li ser cadeyên sereke xalên kontrolê yên ewlehiyê hatine zêdekirin, ji bo ku rê li her pêşveçûneka nexwestî bê girtin.