Libnan: Hejmara kuştiyên êrişên Îsraîlê gihîşt zêdetir ji 4 hezar û 300 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê amarên dawî ya qurbaniyên êrişên Îsraîlê yên li ser wî welatî aşkere kirin. Li gorî amarên nû, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 4 hezar û 335 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê îro 9ê Tebaxê di daxuyaniyekê de diyar kir, ji destpêka dijwarbûna êrişan û vir ve, 4 hezar û 335 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha wezaretê ragihand, hejmara birîndaran jî gihîştiye 12 hezar û 277 kesan û rewşa hinek ji wan giran e.

Li gorî daxuyaniyê, ev amar encama êrişên Îsraîlê yên li ser axa Libnanê neku di navbera 2ê Adarê û 9ê Tebaxa 2026an de pêk hatine.

Ev geşedanên leşkerî û zêdebûna hejmara qurbaniyan di demekê de ne ku aloziyên li ser sînorê navbera Îsraîl û Libnanê bi awayekî berçav dijwar bûne.