Karwanê yekê yê koçberên Serê Kaniyê îro vedigere bajarê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî heft salan ji koçberî û penaberiyê, xewna vegerê ya xelkê Serê Kaniyê bo ser mal û milkên wan hêdî hêdî bi cih tê. Komîteya Koçberên Serê Kaniyê amadekariyên dawiyê ji bo birêkirina karwanê yekê yê vegerê temam kirine û îro karwanê yekê yê koçberên Serê Kaniyê vedigere bajarê xwe.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişloyê îro (Duşem, 09ê Tebaxa 2026ê) li kampa Waşokaniyê ya bajarê Hesekê got: “Nêzî 650 malbatên Serê Kaniyê li vê derê bi rê ketin û berê xwe da bajarê Serê Kaniyê.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa got: “Vî karwanî, piştî ku ji Hesekê derket, berê xwe da bajarê Tiltemerê û niha di rêyê de ne ye û diçe bajarê Serê Kaniyê.”

Ekrem Salih eşkere jî kir: “Hejmareka zêde ya rêxistinên mirovî ji Heyva Sor û hêzên ewlekariya hundirîn û asayîşê û Komîteya Koçberên Serê Kaniyê hemî li kampa Waşokaniyê pişkdar in.”

Li gorî zanyaran, heta niha navên 12 hezar û 500 malbatan ku nêzîkî 80 hezar koçberan dike ji bo vegerê hatine tomarkirin û hemî jî li hêviya vegereke biewle ne.

Serokê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso pêştir di derheqa amadekariyan de ji K24ê re ragihandibû: “Karwanê yekê ku em wan vegerînin Serê Kaniyê nêzîkî 650 malbatan e. Ev malbat parek ji wan 12 hezar û 500 malbatên koçber in ên ku hatine qeydkirin.”

Ji bo misogerkirina silametiya koçberan, hate zanîn ku piraniya mayînên li ser rêya Serê Kaniyê hatine rakirin. Her weha li gorî lihevkirina ku ligel hikûmetê hatiye kirin, karwanekî hêzên ewlehiya hundirîn ligel xelkê hat şandin, da ku wan biparêze û rêyê li ber her astengî yan pirsgirêkeke muhtemel bigire.

Çavdêr destnîşan dikin ku vegera vî karwanê yekê dê bibe ezmûneke girîng û dê diyar bike ka gelo ev pêvajo dê bi temamî di nav ewlakarî û azadiyê de bi rê ve biçe yan dê rastî astengiyan bibe.