Aloziyên deverê bihayê sotemeniyê li Tirkiyeyê bilind kir

Diyarbekir (K24) - Ji ber aloziyên vê dawiyê yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî berfirehbûna rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de, bihayên sotemeniyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bilind bûn.

Ji ber bûyerên vê dawiyê yên Rojhilata Navîn û bi taybetî aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de, li seranserî Tirkiyeyê ji îro ve bihayê benzînê 1 lîre û 61 kurîşan û yê mazotê jî 8 lîre û 89 kurîşan hat zêdekirin.

Mekanîzma diyarkirina bihayên sotemeniyê rasterast bi guherînên bazarên enerjiyê yên cîhanî û bihayê petrola navneteweyî ve girêdayî ye. Rageşiya leşkerî ya li deverê bandoreke rasterast li ser bihayê petrolê çê dike û ev guherîn rasterast li ser bazarên navxweyî yên Tirkiyeyê jî vedigerin.

Bi vê zêdebûna dawiyê re, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bihayê lîstreyeke benzînê ji 70 lîreyan û yê lîstreyeke mazotê jî ji 80 lîreyan derbaz bû.