Pişka Şûştina Gulçîskan li Nexweşxaneya Zaxoyê rojane xizmetê dide zêdetirî 16 nexweşan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Pişka Şûştina Gulçîskan a girêdayî Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Zaxoyê, rojane gulçîskên zêdetirî 16 nexweşan dihêne şûştin; di heman demê de hemî derfet û dermanên pêdivî yên çareseriyê bi awayekî bêberanber ji wan re dihêne dabînkirin.

Pişka Şûştina Gulçîskan li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Zaxoyê xizmeteke girîng û berdewam pêşkêşî nexweşên devera Zaxoyê û derdorê dike. Rojane zêdetirî 16 nexweşên xwedî pirsgirêkên giran ên gulçîskan seredana vê pişkê dikin û bêyî berdêl çareseriyên pêdivî werdigirin.

Çîroka Ekrem tenê mînakek e ji wan bi sedan kesan, ku xizmetên vê pişkê jiyana wan hêsantir kiriye. Ekrem ev bo demê pênc salan e ku heftiyê şeş rojan hevjîna xwe û du birayên xwe dibe vê navendên, bo şûştina gulçîskan. Ew diyar dike ku asta xizmetkariyan berçav e û hemî pêdivî bêberanber bo malbata wî dihêne peydakirin.

Ev pişk ji bo ku bikaribe bê rawestan xizmetê bide welatiyan, di nava 24 seetan de bi rêka du şeftan deriyên xwe vekirî dihêle. Bi giştî 14 pizişk, perester û karmendên pispor bi alîkariya amûr û teknolojiya pêşkeftî ya bijîşkî berhevkariya temam bo çareserkirina nexweşan nîşan didin.

Ji aliyekê din ve, Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Zaxoyê bi giştî ji 9 pişkan pêk dihêt û rojane pêşwaziya zêdetirî 300 nexweşan dike, ku ji bo wergirtina çareseriyên cuda cuda seredanê dikin; ev ji bilî ku Pişka Hawarhatinê bo rûbirûbûna her bûyer û rewşeke neçaverêkirî berdewam di amadebaşiyê de ye.