Kurdên Stenbolê êrîşa li ser nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdên ku li Stenbolê dijîn li beranberî êrîşa li ser nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bertekên tund nîşan dan, û daxwaz kir ku hemî Kurd û aliyên siyasî li dijî van êrîşan bibin yek û helwesteke hevpar nîşan bidin.

Yek ji wan welatiyan ji Kurdistan24ê re got: “Em wê êrîşê bi dilekeke bihirs şermezar dikin, em qebûl nakin, yanî bi çi awayî û li kî dera cîhanê be, em bi ti awayî qebûl nakin êrîşî ser rêveberek an qedirbilindekê Kurdan bê kirin. Yanî em dixwazin her kurdek li kî derê jî be, bertekên xwe bi tundî bidin.”

Wê ron jî kir: “Her kesek bi awayekê di cihê xwe de, heke rêxistin bin rêxistin, heke şexs bin şexs, heke komele bin komele, heke partî bin partî, kîjan ji van be, divê bertekên xwe bi tundî bidin, daku ev tiştên wesa careke dî li Kurdeke dî, kesekê dî an rêxistineke dî nebin.”

Welatiyekê dî jî ragihandin: “Ên wesa nikarin bi kesên mezin re, ku bi wan re şer dikin. Dema ku cih li wan teng dibe, berê xwe didin Kurdan. Em nefretan li wan dikin ji ber ku ew der serfiraziya me Kurdan giştan e.”

Wî herwesa got: “Ez bi xwe dixwazim rojekê biçim wê derê, li wê derê bigirim û wan pêşveçûnan bi çavên xwe bibînim. Ew xeyaleke me hemî Kurdan a bi hezaran salan bû. Ev tevgir li hemî kurdên dinyayê hatiye kirin, yanî wan li me giştan xistiye. Divê em jî bi vî awayî tevbigerin.”

Welatiyekê dî jî amaje da: “Bi Xudê, em aciz dibin, em gelek aciz dibin, lê tiştek ji destê me dernakeve. Gotinek Erebî heye, dibêje: Çav dibînin lê dest kurt e. Vêca heke destê me dirêj ba, me jî dê heyfa xwe bistanda.” 

Wî tekez jî kir: “Ez her dibêjim: heke em gişt yek bin, bi Xudê kesek nikare guleyekê ber bi me ve biavêje. heke em yek bin, bi Xudê em dê heqê xwe bistînin, em dê mirtah bibin û her tiştê em bixwazin em dê bikin, lê em ne yek in.”

Li dawiyê jî welatiyekê dî ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand: “Em gazî tev dinyayê dikin û dibêjin, bila aştî hebe û bila mirov neyên kuştin.”