Berpirsê Ofîsa Peywendiyan a Yekîtiya Ewropayê pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ofîsa Peywendiyan a Yekîtiya Ewropayê (YE) li Herêma Kurdistanê, rola Serok Barzanî ya di parastina mafên pêkhateyan û kûrkirina çanda pêkvejiyanê de bilind nirxand.

Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Tebaxa 2026an, pêşwazî li Berpirsê Ofîsa Peywendiyan a Yekîtiya Ewropayê Radu Butum kir. Ev hevdîtin bi helkefta bidawîhatina erkên Butum û xatirxwestina wî pêk hat.

Di hevdîtinê de, Radu Butum pîrozbahî li Serok Barzanî kir ji bo wergirtina nîşana bilind a Papatî ya Vatîkanê. Butum bal kişand ser rola dîrokî ya Serok Barzanî di parastina mafên pêkhateyan û geşkirina çanda tebayî û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên li Kurdistan û Iraqê de.

Serok Barzanî ji bo pîrozbahiyê, spasiya Papa kir û tekez kir ku parastina pêkhateyan bingeheke sereke ya Kurdistanê ye. Serok Barzanî got: "Em serbilind in ku çandeke dewlemend a pêkvejiyan û tebayiyê di navbera ol û neteweyên cuda de ji bo me maye. Em pişrast dikin ku ev çand dê were parastin û hîn kûrtir bibe."

Her wiha Serok Barzanî destxweşî li xebat û kedên Radu Butum kir ku di dema erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê de nîşan dabin û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Di beşeke din a hevdîtinê de, metirsî û derfetên li pêşiya Iraq û navçeyê di qonaxa bê de hatin gotûbêjkirin. Her wiha proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê tewereke din a vê hevdîtinê bû.