Li gundekî Efrînê berhemên şûnwarî yên bi nivîsên Latînî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî Efrînê, hejmarek berhemên şûnwarî yên serdema kevnar hatin dîtin ku li ser wan neqiş û nivîsên bi zimanê Latînî hene.

Ofîsa Şûnwarên Efrînê û hêzên ewlehiyê li gundekî navçeya Bilbilê hejmarek berhemên şûnwarî dîtin. Ev berhem piştî lêgerîn û şopandineke hûr hatin vedîtin û derxsitin.

Li gorî agahiyên fermî, berhemên hatine dîtin ji kêlên goran û stûnên şûnwarî pêk tên. Hebûna nivîsên bi zimanê Latînî yê kevin, giringiya van parçeyan zêdetir dike û rastiyên nû yên derbarê dîroka herêmê de derdixe holê.

Piştî ku tîmên pispor ev berhem belge kirin û li ser wan lêkolînên destpêkê pêk anîn, hemû parçe ji bo parastinê bo Mûzeya Niştimanî ya Helebê hatin veguhastin. 

Ev pêngav di çarçoveya hewildanên parastina şûnwarên herêma Efrînê û rêgirtin li talankirina mîrasa çandî ya Sûriyeyê de tê nirxandin.