Tom Barrack: Dagirkirina Golanê ji aliyê Îsraîlê ve, binpêkirina biryarên Neteweyên Yekgirtî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriye û Iraqê ragihand, armanca sereke ya îdareya Trump kêmkirina asta aloziyên li Rojhilata Navîn e. Hevdem zanyariyan derbarê danûstandinên veşartî yên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê û proseyê hilweşandin û tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşkêş dike.
Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriye û Iraqê Tom Barrack, îro 22ê Tebaxa 2026an di hevpeyvînekê de bal kişand ser wê yekê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di wê baweriyê de ye ku divê aloziyên li Rojhilata Navîn werin kêmkirin.
Li gorî Barrack, Amerîka êdî wekî sîwaneke ewlehiyê ya bêsînor ji bo hemû aliyan namîne; lê belê divê welatên navçeyê yên wekî Tirkiye, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Îsraîl berpirsiyariya rewşa xwe ya ewlehî û siyasî bigirin ser milê xwe.
Danûstandinên Sûriye û Îsraîlê û pêwendiyên herêmî
Derbarê guhartinên piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê Berçileyê de û destpêkirina karê hikûmeta nû bi serokatiya Ehmed Şera, Barrack diyar kir ku piştî bûyerên 7ê Cotmehê, Îsraîlê stratejiya nehiştina metirsiyan li ser sînorên xwe peyrew kiriye. Ji ber ku Îsraîlê bi temamî baweriya xwe bi pêkhateya nû ya Şamê neanîbû û metirsiya grûpên çekdar hebû, di 9ê Berçileyê de bi êrişeke dijwar hema hema hemû hêza asmanî û firokxaneyên serbazî yên Sûriyeyê ji nav birin; armanc ew bû ku asmanê Sûriyeyê li hemberî gefên Îranê her tim vekirî bimîne.
Barrack aşkere kir ku Amerîkayê serpereştiya pênc xulên fermî û çendîn rûniştinên nefermî yên di navbera hikûmeta nû ya Sûriyeyê û Îsraîlê de kiriye. Di wan hevdîtinan de biryar li ser avakirina "jûreke hevahengiyê ya hevbeş" li Emman a paytexta Urdinê hatiye dayîn, da ku çavdêriya xetên sînorî û navçeya tampon a di navbera her du welatan de were kirin; ew navçeya ku dîroka wê vedigere peymana sala 1974an.
Dosyaya HSD û herêmên bakurê Sûriyeyê
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê pesna rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di şerê li dijî DAIŞê de kir. Di heman demê de tekez kir ku li gorî daxuyaniyên Mezlûm Ebdî, proseyê hilweşandina HSDê û tevlîkirina şervanan bi şêwazekî serbazî di çarçoveya Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de dest pê kiriye; hevdem danûstandinên li ser mafên siyasî û perwerdehiyê yên Kurdan li Sûriyeyê berdewam dikin.
Barrack cudahiya di navbera YPG/HSD û PKKê de şirove kir û bal kişand ser nîgeraniyên ewlehiyê yên 40 salan ên Tirkiyeyê. Herwiha behsa wê yekê kir ku Tirkiye li seranserê sînorên bakurê Sûriyeyê xwedî pêgehên serbazî ye û rahênanê dide hêzên hikûmeta nû, lê belê hewl têne dayîn ku ew herêm bi awayekî hêdî hêdî û di nav xwe de werin birêxistinkirin, bêyî ku ti rûbirûbûn an pevçûn çêbibin.
Dosyaya girtiyan û kampên DAIŞê
Herwiha Barrack hişyariyeke tund derbarê dosyaya paşmayên DAIŞê li Sûriyeyê da û got: "Niha nêzîkî 9 hezar û 400 girtiyên DAIŞê di girtîgehên Sûriyeyê de ne, bêyî ku ti proseyeke dadgehkirinê, tawanbarkirineke fermî yan jî çareseriyeke yasayî ya zelal ji bo wan hebe.
Hevdem di kampên wekî Hol û Rojê de zêdetirî 75 hezar kes ji malbatên çekdarên DAIŞê di rewşeke mirovî ya xirab de dijîn û ti asoyekî zelal ji bo vegera wan nîne. Heke ev mijar bilez neyê çareserkirin, dê wekî gefeke mezin li ser asayîşa herêmê bimîne."