Li Xurmatûyê DAIŞê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAÎŞê li derdora Çiyayê Hencîreyê yê girêdayî Xurmatûyê êrîşî xaleke leşkerî ya Lîwaya 63ê ya Heşda Şeibî kir, lê piştî şerekî dijwar êrîşa wan hat pûçkirin.

Çekdarên rêkxistina terorîstî ya DAÎŞê serê sibeha îro Yekşemê, 23ê Tebaxa 2026ê, li sînorê bajarokê Xurmatûyê, êrîş kir ser xaleke leşkerî ya Heşda Şeibî, lê êrîşa wan hat şikandin.

Lîwaya 63ê ya Heşda Şeibî di ragihandinekê de belav kir: "Hejmareke terorîstên DAÎŞê êrîşî xaleke me ya leşkerî li derdora Çiyayê Hencîreyê li sînorê Xurmatûyê kir. Hêzên me rasterast rûbirûyî wan bûn û piştî şer û pevçûnan, terorîst neçar bûn birevin."

Şêniyên deverê jî bal kişandin ser wê yekê ku li destpêkê dengê teqîneke bihêz û paşê dengê gulebaraneka zêde li sînorê Çiyayê Hencîreyê hat bihîstin, ku vê yekê jî tirs li cem welatiyan peyda kir.

Li gorî zanyaran, piştî wê êrîşê hêzên Heşda Şeibî di devera navborî de ketin amadebaşiyê û bo dîtina paşmayên çekdarên reviyayî dest bi şopandina wî sînorî kir.