Çavkaniyek: Îsraîl naxwaze Tirkiyeyê bike dijmina xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlê eşkere kir ku ji bo rêgirtina li zêdetir rûbirûbûnan, Îsraîlê kanaleke peywendiyê ya nihênî li gel Tirkiyeyê vekiriye. Ev pêngav piştî wê yekê tê ku berî çend rojan Îsraîlê êrîşî bingeheka leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê kiribû.
Çavkaniyekê îro Yekşemê, 23ê Tebaxa 2026ê, ji Kanala Duyê ya Îsraîlê re ragihand ku Îsraîl naxwaze Tirkiyeyê bike dijmina xwe. Li gorî gotina wê çavkaniyê, ew kanala nihênî di navbera her du welatan de bo veguhestina peyaman û xwedûrxistina ji rûbirûbûnê tê bikaranîn.
Wê çavkaniyê di pareke din a axaftina xwe de got: "Gava peyam bê feyde bin, Îsraîl neçar dibe pêngavan biavêje." Ev daxuyanî amajeyek e bo îhtîmala êrîşên nû.
Îsraîlê xeta sor bo binecihbûna hêzên Tirkiyeyê li Sûriyeyê daniye, bi taybetî li ser belavkirina sîstema berevaniya asmanî, dron û mûşekan.
Roja Sêşema borî, Îsraîlê êrîş kiribû ser bingeha Ebû Zuhûrê li Sûriyeyê û ragihandibû ku ew rêyê nade leşkerên Tirkiyeyê li nêzîkî sînorên wê bin.
Piştî wan êrîşan, Tirkiyeyê hebûna hêzên xwe di wê bingeha ku hatibû armancgirtin de red kir û tekez kir ku ti şandeke leşkerî ya Tirkiyeyê berî an di dema êrîşên Îsraîlê de di bingeha asmanî de nebûye. Di eynî demê de, Şamê jî niyeta Enqereyê ya binecihbûna leşkerî ya herdemî di nav axa Sûriyeyê de red kiriye.
Dezgeha Weşanê ya Îsraîlê Şemiya borî eşkere kir ku berpirsên ewlehiyê yên Îsraîlê ji Amerîkayê re ragihandiye ku Tirkiye xwe amade dike ku radarekê li balafirxaneya hatî armanckirin deyne û paşê jî bi sîstema berevaniya asmanî – ku ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve tê bikaranîn – çekdar bike.
Çavkaniya jêgotî ron jî kiriye ku heke ev pêngav bê avêtin, dibe ku hevsengiya hêzê li deverê bê guhartin.