PDKT wergirtina Nîşana Papayî li Serok Barzanî pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDKT) wergirtina nîşana rêzlêgirtinê ya Papayê Vatîkanê li Serok Barzanî pîroz kir, û ragihand ku ev xelat bo rola gelê Kurd di parastina hevjiyan û nirxên mirovahiyê de rêzgirtineke mezin e.

Di peyama xwe de, Serokê Giştî yê PDKTê Mehmet Emîn Kardaş destnîşan kir ku di rojên herî dijwar ên êrîşên DAIŞê de, Kurdistan bû cihê penaberî û parastina Xiristiyanan û pêkhateyên din ên olî yên deverê. Kardaş tekez jî kir ku ev nîşana bilind ne tenê bo kesatiya Serok Barzanî ye, belkî peyameke hêzdar e bo paşeroja pêwendiyên gelê Kurd û cîhana Katolîk û avakirina paşerojeke aram li Rojhilata Navîn.

Peyama Serokê Giştî yê PDKTê

Jİ PAPA NÎŞANA RÛMETÊ JI SEROK BARZANÎ RE

Peyamek ji bo paşeroja Kurdistanê û hevjiyana olî li Rojhilata Navîn

Belgeya ku ji aliyê Papa Leo XIV ve ji bo Serok Mesud Barzanî hatiye dayîn Jİ rêzgirtineke kesayetî wêdetir, wekî peyameke girîng li ser rola gelê Kurd û Herêma Kurdistanê di pêşxistina aştiyê, hevjiyana olî û parastina nirxên mirovahiyê  tê xwendin.

Di salên ku DAÎŞê li Rojhilata Navîn hovîtiyê, komkujî, koçberkirin û tirsê li ser gelên cuda belav dikir, bi taybetî, dema ku Xiristiyanên Mosul û Deşta Ninova ji ber êrîş û tehdîdên DAÎŞê neçar man mal û warên xwe bihêlin,  Herêma Kurdistanê bû cihê penaberî, ewlehiyê û parastina wan.

Di wê demê de, Kurdistan ne dewleteke serbixwe bû; lê gelê Kurd û rêveberiya Herêma Kurdistanê berpirsiyariyên mezin ên mirovahî û ewlehiyê li ser xwe girtin. Bi pêşwazîkirina penaberan û parastina civakên olî, Kurdistan di rojên herî dijwar ên Rojhilata Navîn de nîşan da ku hevjiyana olî dikare ne tenê îdeale, lê rastiyeke jiyanê be.

Ji ber vê nîşana dilovaniya ji aliyê Papa û cîhana Katolîk ve ku ji Serok Barzanî re hat dan, ew peyam têgihiştinekê nîşan dide ku gelê Kurd, di demên teng de li kêleka Xiristiyan û civakên din rawestiyay. Di avakirina Rojhilata Navîn a paşerojê de dikarê bibe hêzeke bingehîn ji bo aştiyê, û hevjiyana gelan.

Kurdistan dibe nimûneyeke nû ya Rojhilata Navîn; misilman, Xiristiyan, Êzidî û hemû civak  dikarin bi rêz, ewlehî û azadiyê bi hev re bijîn. 

Divê ev nişan wekî belgeya tenê bi kesayetiya Serok Barzanî ve girêdayî ye neyê dîtin. Ew wekî nîşaneya dilovaniya bo rola gelê Kurd di parastina mirovahiyê û hevjiyana olî de were xwendin. Herwiha, ev peyameke hêzdar be ji bo pêwendiyên paşerojê yên navbera gelê Kurd û civakên Xiristiyan ên Rojhilata Navîn û cîhana Katolîk.

Serdana Papa Francis bo Serok Mesud BARZANÎ û peyamên wî yên li ser aştiyê, hevjiyana olî û rûmeta hemû baweriyan nîşan didin ku Kurdistan dikare di nîqaşên li ser paşeroja Rojhilata Navîn de roleke taybet hebe. Ji vê peyama rêzgirtinê ji bo paşeroja Kurdistanê gelekî girîng e: 

Hêvî û armanca me ew e ku Kurdistan di paşerojê de bibe cihê cudahiyên olî û neteweyî, ne sedema şer û dûrketina, bingehê, hevkarî û hevjiyan. Di vê wateyê de, rêzgirtina ji Serok Barzanî dikare bibe peyameke hêvîdar ji bo siberoja Kurdistanê û Rojhilata Navîn 

Kurdistanê ku di rojên dijwar de deriyên xwe li ber penaberan vekir, dikare di siberojê de deriyên Rojhilata Navîn li ber aştiyê, hevjiyanê û azadiyê jî veke.

Em; Nîşana ku ji rex Papa Leo XIV ve ji Serok Barzanî re hat dan bi rêzdarî pîroz dikin.  

 

Mehmet Emîn Kardaş

Serokê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdestanê Tirkiye (PDKT)