Axios: Wezîrê Derve yê Sûriyê û Serokê Mossadê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, ew li benda destpêkirina danûstandinên ewlehiyê yên ligel Îsraîlê ne, da ku bigihîjin rêkeftineke dawî ji bo vekişîna hêzên Îsraîlî ji xaka Sûriyê. Hevdem, çavkaniyên navdewletî aşkere dikin ku hevdîtinek di navbera Wezîrê Sûriyê û Serokê Mossadê de pêk hatiye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Şeybanî îro 23ê Tebaxa 2026an di hevpeyvînekê ligel ajansa Reutersê de diyar kir, ji ber êrîşên leşkerî yên berdewam ên Tel Avîvê "ti bawerî di navbera Sûriye û Îsraîlê de nemaye", lê tevî vê yekê jî deriyê dîplomasiyê hîn vekirî ye." 

Li gorî rapora malpera "Axios" a Amerîkî, Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Şeybanî û Serokê Dezgeha Hewlêrgiriya Îsraîlê (Mossad) Roman Gofman ji bo kêmkirina rageşiyê û dûrxistina metirsiya şer, bi hev re civiyane. 

Şeybanî diyar kir, piştî şerê navbera Îran û Îsraîlê, danûstandin hatibûn rawestandin, lê niha hewl hene ku dîsa dest pê bikin. Wî got: "Sûriye îro ji bo aştiyê û dîplomasiyê destê xwe dirêj dike, lê bawerkirina bi Îsraîlê gelekî zehmet e, ji ber ku Tel Avîvê her tim xwestiye bi hêza çekan ewlehiya xwe biparêze, lê biser neketiye."

Wezîr Sûriyê eşkere kir ku li ser rêkeftineke ewlehiyê ya 'li ser kaxezê' li hev kirine; di nav de rawestandina êrîşên Îsraîlê, vekişîna ji herêmên dagirkirî yên sala 2024an, avakirina herêmeke aram a Neteweyên Yekbûyî û birêkxistina hêzên Sûriyê li ser sînor heye.

Derbarê êrîşa ser bingeha Ebû Zuhûr, Şeybanî got ku Îsraîlê bi hinceta "hebûna hêzên Tirkiyê" ew der bombebaran kiriye, lê wî ev hincet red kir. Şeybanî tekez kir ku Sûriye ji bo perwerdeya serbazî û hevkariya berevaniyê pişta xwe bi Tirkiye, Urdun û Siûdiyê girê dide û ew ê dest ji vê hevkariyê bernedin.

Li ser pirsa vekişîna Îsraîlê ji Bilindahiyên Golanê, Wezîrê Derve yê Sûriyê got: "Niha bala me ya sereke li ser rawestandina êrîşan e. Di qonaxên bê de, mijara aştiya herdemî û vekişîna ji Golanê dê were gotûbêjkirin."