Wezîrê Derve yê Omanê serdana Tehranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan ragihand ku Wezîrê Derve yê Omanê bi serdaneke fermî digihîje Tehranê û li gel berpirsên bilind ên Îranê hevdîtinan dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan ragihand ku biryar e serdana Bedir Ebuseydî sibe Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, bê kirin.
Beqayî eşkere jî ku di vê serdanê de, Wezîrê Derve yê Omanê dê li gel hevtayê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî bicive û ew dê bi hev re danûstandinan li ser peywendiyên dualî û pirsên giring ên deverê bikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bal kişand ser wê yekê jî ku ev serdan di çarçoveya bihêzkirina hevkarî û berdewambûna şêwirên siyasî yên navbera Îran û Omanê de ye.
Navborî her wiha tekez jî kir ku wekî du welatên li ser Tengava Hurmizê, van dîtin û nerînan giringiyeke mezin bo çespandina aştî û tenahiyê li deverê heye.