Li kampa Kebertûyê: Plastîk dibe çavkaniya dahat û paqijiya jîngehê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li kampa Kebertûyê, komeka ciwanan destpêşxeriyeka giring bo komkirina bermayîyên plastîkî dest pê kriye da ku kempê ji metirsî û pîsbûna jîngehê biparêzn. Ev plastîk li kargeheka rîsaynklkirinê dubare bikarînan û guhertin bo kel û pelên mifadar, ku vê bizavê dahatekê baş bo wan peyda kriye. Ji ber serkeftina vî karî, niha rêkxistinek piştevanîyê pêşkêşî van ciwanan dike da ku projeya xwe berfirehtir bikin.

Li kampa Kebertûyê, botlên plastîkî bûne jêderekê dabera jiyanê, rojane Xalid û hevalên xwe ewan keresteyên plastîkî kom dikin ewên aware dadinin cihên destnîşankrî li nav kampê. Piştî komkirina bireka mezin, ew bo kargehên dubare rîsayklkirinê tên veguhastn da ku bibin berhem û kelûpelên nû û li bazaran bên firotin. Bi vê çendê, komkirina plastîkî bûye pîşe û çavkaniya dahatê bo hejmareka ciwanan.

Aware Xalid Mihê di vî warî de got: "Em rojane plastîkî li nav kempê kom dikin û pirtir ji deh kel û pelanan çê dikin û hem delîveka kar e jî."

Aware Almas İlyas jî got: "Mana plastîk li ser erdê metirsiyên mezin hene, lewma divê em hemî jîngeha xwe paqij bikin."

Ev destpêşxerî ne tenê delîveyên karî peyda dikin, belku tevlîkirineka bibandor e di parastna jîngehê û kêmkirina bermayîkan da li nav kampan. Herwesa rêkxistin bo piştevanîkirina bizavên hikûmetê bi rêya projeyên dubare rîsayklkirina plastîkî kar dikin, da ku bermayîk ji barekê giran ê jîngehî bibin çavkaniyeka aborî.

Serperşta Projeyê Çîmen Reşîd jî ragihand: "Ev proje wekî piştevanî bo bangewaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku hemî bi hev ra jîngehê biparêzin, lewma em piştevanên projeyn bi vî rengî ne."

Li kampên Herêma Kurdistanê û deverên dî, kempeynên hişyarkirinê berdewam bo paldana awareyan berdewam in, da ku bermayîkan ji yek cuda bikin û plastîkî bibin cihên diyarkirî.